00:49 19 Tebax 2017
Zindî
    Dmitriy Medvedev

    Medvedev: ‘Şandina hêzên bejayî ji bo Sûriyeyê, mijarê tev li hev dike'

    © Sputnik/ Ekaterina Shtukina
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 261 0 0

    Serokwezîrê Rûsyayê Dmitriy Medvedev destnîşan kir ku şandina hêzên bejayî ji bo Sûriyeyê wê mijarê tev li hev bike.

    Moskova - Serokwezîrê Rûsyayê Dmitriy Medvedev pirsên ajansa Spûtnîkê bersivandin û destnîşan kir ku li Sûriyeyê ji bo têkbirina terorîstan erişen hewayî têrê nakin, lê şandina hêzên bejayî di bin banê koalisyona Amerîkayê de jî wê mijarê tev li hev bike.

    Gelo pêwistiya gelê sûrî bi vê heye

    Medvedev di axaftina xwe de got: ‘ Xuyaye ku êrişên hewayî ji bo têkbirina terorîstan têrê nake. Hêzên hikumeta Sûriyeyê di bejê de jî şerê terorîstan dike. Lê koalisyona Amerîkayê berî biryara şandina hêza bejayî bişîne Sûriyeyê bide, divê em bizanibin ka pêwistiya gelê sûrî bi vê heye an na.'

    Divê mirov rêza desthilatiya dewletan bigre

    Dmitriy Medevedev di berdewamiya axaftina xwe de got: ‘ Şandina hêzên bejayî ji bo Sûriyeyê wê bibe sedema kuştinên zêde û çareseriya siyasî ya krîsa Sûriyeyê dê qels bike. Operasyona bejayî dibe tevlîheviya Sûriyeyê kurtir bike. Em dibêjim bila tekoşîna dijî terorîzmê li gorî hiqûqa navneteweyî û bi biryara Konseya Ewlehî ya Neteweyên Yekbûyî were kirin. Wekî din divê herkes rêzê li desthilatiya her welatî bigre.'

    Bi heman mijarî:

    Medvedev hişyarî da: Dibe ku şerê cîhanê biqewime
    Medvedev: ‘Em nikarin derbasbûna koçberan ji bo Ewropayê asteng bikin'
    Medvedev: Em ê bazirganiya xwe bi Çînê re derxînin 200 milyar dolarî
    Medvedev, biryara mueyîdeyên nû yên Tirkiyeyê îmze kir
    Di ajandeya Medvedev ya Çînê de çi heye?
    Etîketan:
    Hêza Hevpeyman, Serokwezîrtiya Rûsyayê, Dmitriy Medvedev, Moskova, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de