02:15 24 Tebax 2017
Zindî
    Li Derveyê welêt vekirina nûnertîya Rojavayê Kurdistanê bûyereke dîrokî ye

    Sînem Mihemed: 'Bêyî kurdan çareserkirina krîza li Sûriyayê ne pêkan e'

    © Sputnik/
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 9530

    Bêyî kurdan guftûgoyên di navbera nûnerên muxalefet û desthilatdariya Sûriyayê de tu encaman nadin.

    © Sputnik.
    Li Derveyê welêt vekirina nûnertîya Rojavayê Kurdistanê bûyereke dîrok ye

    Nûnera Pêwendiyên Dîplomatîk ya Rojavayê Kurdistanê li Ewropayê Sînem Mihemed di axaftina vekirina Nûnertîya Xeserîya Demikratîk a Rojavayê Kurdistanê ya li Moskowê de got ku ` Li Derveyê welêt vekirina nûnertîya Rojavayê Kurdistanê bûyereke dîrokî ye. Bi saya xwîna şehîdan û berxwedan û xebatên mezin em îro gihaştin wê merheleya hêja.

    Piştî ku li Sûrîyeyê şoreşê destpê kir, li bajar û herêmên din konflîktên etnîkî û olî jî destpê kirin û heta niha jî berdewam dikin. Lê, li Rojavayê Kurdistanê sîstemeke li ser esasê biratîya gelan hatîye avakirin û bi awayeke serkeftî tê meşandin.

    Sînem Mihemed derbarê beşdarnebûna kurad a di guftûgoyên `Cenev-3`yê de jî wiha got: `Bêy kurdan guftûgoyên di navbera nûnerên opozîsyon û desthilata Sûrîyeyê tu encaman nadin û bêy kurdan çareserkirina konflîkta li Sûrîyeyê ne mimkun e.

    Sînem Mihemed hêvî nîşan da, ku kurd ji bo guftûgoyên Cenev-3`yê bêne vexwendin û û got ku `Bêy beşdarîya kurdan guftûgoyên Cenev-3`yê wê ne serkeftî bin. Em hêvî dikin, ku kurd jî di wan guftûgoyan de cihê xwe bigirin`.

    Etîketan:
    Kurdistan, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de