03:38 14 Kanûn 2017
Zindî
    Balafir

    Rûsya: ‘Dibe firînên Misrê dîsa werin destpêkirin'

    © Sputnik/ Maksim Blinov
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 11

    Wezîrê Ragihandinê yê Rûsyayê Maksîm Sokolov destnîşan kir ku dibe dîsa firînên navbera Rûsya û Misrê werin dest pê kirin.

    Moskova — Wezîrê Ragihandinê yê Rûsyayê Maksîm Sokolov destnîşan kir ku piştî balafira Airbus A321 ya ku li nîvgirava Sinaya Misrê hate xistin, heke şertên ewlehî yên firînên Misrê were sazkirin dibe dîsa firînên navbera Rûsya û Misrê werin dest pê kirin.

    Sokolov di civîna çapemenî de got: ‘Dest pêkirina firînan bi Misrê ve girêdayî ye, heke şertên ewlehî yên pêwist werin sazkirin û piştî kontrolê em bawer bibin, em ê firînan bidin destpêkirin.'

    Balafira rûsî Airbus A321 di 31ê Cotmehê de li Nîvgirava Sinaya Misrê hatibû xistin û 224 rêwî yên di nava balafirê de jiyana xwe ji dest dabûn û xistina balafirê rêxistina terorîst ya DAIŞê girtibû ser xwe.

    Bi heman mijarî:

    Rûsya û Misir li ‘Kanala Suveyş' ê herêma pîşesaziyê ava dikin
    Rûsya: Îran, Iraq, Misir, û Libnan jî wê li civîna Viyanayê bibin
    Rûsya: ‘Artêşa Tirkiyeyê xeta sor bloke kir û bersiva me neda'
    Rûsya: ‘Tirkiye amadehiya leşkerî ya midexaleya Sûriyeyê dike'
    Rûsya, balafirên Su-35S şandin Sûriyeyê
    Etîketan:
    DAIŞ, Wezareta Ragihandinê ya Rûsyayê, Maksîm Sokolov, Misir, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de