10:35 19 Tebax 2017
Zindî
    Spûtnîk

    Spûtnîk ketiye hedefa lobiya şer: Çerxa propexandeyê li dijî Kremlînê çawa dizîvire?

    © Sputnik/
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 7201

    Saziya fikrî Navenda Analîzên Polîtîkaya Ewropayê (CEPA) ku lobiya leşkerî ya Amerîkayê piştgiriya wê dike, propaxandeya Spûtnîkê anî ber çava û raportek weşand.

    Navenda Nûçeyan — Saziya fikrî Navenda Analîzên Polîtîkaya Ewropayê (CEPA) ku lobiya leşkerî ya Amerîkayê piştgiriya wê dike, propaxandeya Spûtnîkê anî ber çava û raportek weşand.

    CEPA, xwe wekî saziyeke Amerîkayê ku li rojhilata navîn û li dewletên rojhilatê ewropayê ji bo mirovan dixebite dide nişandan, ji bo Spûtnîkê ‘bê çawa dixwaze Yekîtiya Ewropa û NATOyê bê rûmet bike' û li ser peyamên Kremlînê ku çawa peyamên xwe rast dike raportek amade kir.

    Dîmênê ekrana malpera CEPAyê
    © Foto: SCREENSHOT/ CEPA.ORG CEPA sitesinden ekran görüntüsü
    Dîmênê ekrana malpera CEPAyê

    ‘Spûtnîk li şûna şîrovekarên mezin, yên biçuk û siyasetmedarên mixalif hildibijêre'

    Li gorî raporta CEPAyê ‘Spûtnîk li şûna şîrovekarên mezin, yên biçuk û siyasetmedarên pratiyên mixalif hildibijêre û ev tenê bi reklama dijberiya rêjimê tê şîrovekirin.'

    ‘Sûcê' Spûtnîkê ku di nûçeyên xwe de zêde cih dide mixalefeta Ewropayê

    Di berdewamiya raportê de hat îdi kirin ku ‘Spûtnîk, ji bo peyamên hilbijartî yên Kremlînê bi dezenformasyonî bide naskirin, mixalefeta Ewropayê bi awayekî berfireh bi kar tîne.'

    Dîmênê ekrana malpera CEPAyê
    © Foto: SCREENSHOT/ CEPA.ORG CEPA sitesinden ekran görüntüsü
    Dîmênê ekrana malpera CEPAyê

    Ji aliyê din ve di sponsoriya CEPAyê de ji xeyrî Pentagon, Lockheed Martin û Sikorskiyê, şirketa Ratyheonê bi awayekî ecêb li Polonyayê îhaleya pergala parastina moşekan bi dest xistibû. Şirketa Raytheonê ya hilberîna moşekên Patrîotên amerîkî, divê hetanî sala 2017an pergala parastina moşekan teslîm bike.

    Di vê navberê de Cîgirê Serokê CEPAyê Marcin Zaborowskî, he bi tesadufî heke na di dewrên dawî de li Ewropayê bi piranî li Polonya, Romanya û li Dewletên Baltik dixwaze hêza leşkerî ya Amerîkayê zêde bike. Zaborowskî vê jî bi ‘tehdîda Rûsyayê' ve girêdide û pesnê moşekên Raythoen û Patriotê dabû.

    Brzezinskî û Lucas jî di nava xebatkarên CEPAyê de ne

    Ji xeyrî vê ji bo ku mîsyona CEPAyê ya rast were fêhmkirin, divê mirov li xebatkar û karmendên saziyê temaşe bike. Siyasetnasê polonî ku bi nivîsên xwe wekî dijberê Rûsyayê tê zanîn Zbigniew Brzezinski û Edward Lucasê brîtanî ku bi pirtukên xwe ‘şerê nû yê sar' û ‘tehdîda li hemberî rojava, Rûsyaya Pûtîn' yên dijberiya Rûsyayê tê zanîn jî di nava vê saziyê de cih digrin.

    Bi heman mijarî:

    Rûsya: ‘Tirkiye amadehiya leşkerî ya midexaleya Sûriyeyê dike'
    Rûsya: ‘Daxuyaniyên Tirkiyeyê yên îxlalên sînor nayê qebûlkirin'
    Rûsya: ‘Tirkiye bi destûrnedana firîna çavdêriyê, piştgiriya DAIŞê dike'
    Rûsya: ‘Leşkerêkî me li Sûriyeyê jiyana xwe ji dest da'
    Rûsya: ‘Li Munîhê, wê tevlîbûna kurdan ji bo hevdîtinên Cenevreyê were axaftin'
    Etîketan:
    Ajansa Spûtnîkê, Navenda Analîzên Polîtîkaya Ewropayê (CEPA), Zbigniew Brzezinski, Edward Lucas, Ewropa, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de