07:52 24 Tebax 2017
Zindî
    Îgor Konaşenkov

    Rûsya: ‘Tirkiye amadehiya leşkerî ya midexaleya Sûriyeyê dike'

    © Ruptly. Aleksandr Vilf
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 17402

    Berdevkê Wezareta Parastina Rûsyayê Îgor Konaşenkov diyar kir ku Tirkiye amadehiya leşkerî ya midexaleya Sûriyeyê dike.

    Moskova — Berdevkê Wezareta Parastina Rûsyayê Îgor Konaşenkov li Moskovayê di civîna çapemenî de diyar kir ku Tirkiye amadehiya leşkerî ya midexaleya Sûriyeyê dike û di destên me de delîlên cidî hene. Artêşa Tirkiyeyê, ji bo ku li axa Sûriyeyê tevlî çalakiyan bibe di nava planên veşartî de ye.

    Di destê me de delîl hene

    Konaşenkov di dirêjiya axaftina xwe de got: ‘ Di destên me de delîlên cidî hene ku Tirkiye amadehiyên leşkerî dike ji bo ku têkeve Sûriyeyê. Şik û nîşaneyên Artêşa Tirkiyeyê yên vê derbarê de her çikas diçe zêdetir dibin.'

    ​Îgor Konaşenkov di axaftina xwe de got: ‘ Tirkiye ji ber zêdebûna milîtanên ku li bakûrê Sûriyeyê têne kuştin vekişiya pişta sînor. Artêşa Sûriyeyê û milîsên xelk, gundên Nubul û El Zehra yên Helebê ku ev 4 sal bûn di bin dorpêça komên terorîst de bûn rizgar kirin.

     

     

    Bi heman mijarî:

    Rûsya: ‘Daxuyaniyên Tirkiyeyê yên îxlalên sînor nayê qebûlkirin'
    Rûsya: ‘Tirkiye bi destûrnedana firîna çavdêriyê, piştgiriya DAIŞê dike'
    Rûsya: ‘Li Munîhê, wê tevlîbûna kurdan ji bo hevdîtinên Cenevreyê were axaftin'
    Rûsya, balafirên Su-35S şandin Sûriyeyê
    Rûsya derbarê îxlal kirina sînorê Tirkiyeyê de daxuyanî da
    Etîketan:
    Wezareta Parastina Rûsyayê, Artêşa Tirkiyeyê, Îgor Konaşenkov, Sûriye, Tirkiye, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de