07:54 24 Tebax 2017
Zindî
    Mariya Zaxarova

    Rûsya: ‘Daxuyaniyên Tirkiyeyê yên îxlalên sînor nayê qebûlkirin'

    © Sputnik/ Maksim Blinov
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 4821

    Berdevka Wezareta Derva ya Rûsyayê Mariya Zaxarova diyar kir ku daxuyaniyên Tirkiyeyê yên derbarê îxlalên sînor de tên dayîn nayê qebûlkirin.

    Navenda Nûçeyan - Berdevka Wezareta Derva ya Rûsyayê Mariya Zaxarova di civîna çapemenî de ragihand ku daxuyaniya Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Mevlut Çavuşoglu ya derbarê îxlala sînor de ‘Rûsya naxwaze îxlalênn sînor bibîne' nayê qebûlkirin, lewra tu delîlekê jî pêşkêş nakin.

    NATO, çavê xwe ji îxlalên Tirkiyeyê re digre

    Zaxarova di axaftina xwe de got: ‘ Em xemgîn dibin ku Amerîka piştgiriyê dide van provakasyonên Tirkiyeyê. Tirkiye, desthilatiya Sûriyeyê îxlal dike û NATO jî çavê xwe ji vê re digre. Enqere bi sûcdarkirinê dixwaze hewldanên xwe yên leşkerî li sînorê Sûriyeyê veşêre. Ez careke din dibêjim, balafirên rûsî yên Sûriyeyê qada hewayî ya Tirkiyeyê îxlal nekirine.

    Azadiya çapemeniya Tirkiyeyê ber bi xerabiyê ve diçe

    Mariya Zaxarova di berdewamiya axaftina xwe de got: ‘ Li Tirkiyeyê azadiya çapemeniyê her diçe xerabtir dibe. Moskova, ji berdewamiya binçavkirina rojnamevanan aciz e. Her wiha derbarê sepandina vîzeyê ji Enqereyê tu daxuyanî nehatiye.
    Vekişandina mixalifên Riyadê ji Cenevreyê, serkeftina Sûriyeyê ye

    ​Zaxarova di dirêjiya axaftina xwe de behsa mixalifên sûriyeyî ku Riyadê piştgiriya wan dikir kir û got: ‘ Vekişandina mixalifên Riyadê ji civînên Cenevreyê serkeftina artêşa Sûriyeyê ye. Di rojên dawî de hêzên hikumetê li bakûrê Helebê serkeftinên mezin bi dest xistin.

    Bi heman mijarî:

    Rûsya: ‘Tirkiye bi destûrnedana firîna çavdêriyê, piştgiriya DAIŞê dike'
    Rûsya: ‘Leşkerêkî me li Sûriyeyê jiyana xwe ji dest da'
    Rûsya: ‘Li Munîhê, wê tevlîbûna kurdan ji bo hevdîtinên Cenevreyê were axaftin'
    Rûsya: ‘Tirk dixwazin kurdan ji pêvajoya siyasî der bikin'
    Rûsya: 'Tirkiye, li Sûriyeyê sivîlan dikuje'
    Etîketan:
    Wezareta Derva ya Rûsyayê, NATO, Mariya Zaxarova, Sûriye, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de