18:35 17 Tebax 2017
Zindî
    Wezareta Karên Derve yên Rûsyayê

    Rûsya: ‘Tirkiye bi destûrnedana firîna çavdêriyê, piştgiriya DAIŞê dike'

    © Sputnik/
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 2201

    Berpirsekî Wezareta Derve yê Rûsyayê diyar kir ku hikumeta Tirkiyeyê bi destûrnedana firîna çavderiyê piştgiriya xwe ya DAIŞê eşkere dike.

    Moskova — Berpirsekî Wezareta Derve yê Rûsyayê diyar kir ku Hikumeta Tirkiyeyê bi destûrnedana firîna çavderiyê ya sînorê Sûriyeyê, texmînên piştgiriya xwe ya DAIŞê serast dike.

    Li gorî Peymana Hewaya Vekirî ya navbera Rûsya û Tirkiyeyê divê venêrên rûsî li ser xaka Tirkiyeyê firînên çavdêriyê bikira. Lê piştî ku venêran rota xwe ya firînê eşkere kirin destûr nehat dayîn.

    Lewra berpirsekî Wezareta Derve ya Rûsyayê ji ajansa RIA Novostiyê re ragihand destûrnedana hikumeta Tirkiyeyê ya firîna çavdêriyê em tevizandin.

    Şikên me dîsa rast derketin

    Berpirs di berdewamiya axaftina xwe de got: ‘ Hikumeta Tirkiyeyê bi destûrnedana firîna çavdêriyê şiken me yên ku ji bo piştgiriya DAIŞê bi kar tîne serast dike. Di dema ku dewletên rojavayî bi awayê neqanûnî li sînorê Rûsya û Ûkraynayê çalekî dikirin, me destûra firîna çavdêrî yên li ser Ûkrayna û Rûsyayê dabû balafirên NATOyê û bi xêra van firînan gelek derewên ku dihatin kirin berhewa derketin.

    Bi heman mijarî:

    Rûsya: ‘Leşkerêkî me li Sûriyeyê jiyana xwe ji dest da'
    Rûsya: ‘Li Munîhê, wê tevlîbûna kurdan ji bo hevdîtinên Cenevreyê were axaftin'
    Rûsya: ‘Tirk dixwazin kurdan ji pêvajoya siyasî der bikin'
    Rûsya: 'Tirkiye, li Sûriyeyê sivîlan dikuje'
    Rûsya derbarê îxlal kirina sînorê Tirkiyeyê de daxuyanî da
    Etîketan:
    Wezareta Derve ya Rûsyayê, DAIŞ, NATO, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de