14:09 18 Hezîran 2018
Balafir

Rûsya: 'Tirkiye, li Sûriyeyê sivîlan dikuje'

© AP Photo / Selcan Hacaoglu
Rûsya
Lînkê kurt
0 01

Berdevkê Wezareta Parastinê ya Rûsyayê Îgor Konaşenkov destnîşan kir ku Artêşa Tirkiyeyê li sînorê Sûriyeyê êrişî heremên sivîl dike û sivîlan dikuje.

Moskova — Berdevkê Wezareta Parastinê ya Rûsyayê Îgor Konaşenkov destnîşan kir ku Artêşa Tirkiyeyê li sînorê Sûriyeyê sivîlan hedef digre.

Artêşa Tirkiyeyê êrişî cihên sivîlan dike

Berdevkê Wezareta Parastinê ya Rûsyayê Îgor Konaşenkov destnîşan kir ku Artêşa Tirkiyeyê êrişî herêmên sivîl yên sînorê Sûriyeyê dike, sivîlan dikuje û di destên me de delîl jî hene. Wekî hûn dibînin di vîdyoyê de jî tê xuyakirin ku Tirkiye çawa êrişî herêmên sivîl dike. Me ev vîdyo ji mixalifên welatparêz yên Sûriyeyê wergirt.

Em li benda agahiyên NATO, Amerîka û Tirkiyeyê ne

Îgor Konaşendov di axaftina xwe de got: ‘ Ji bo êrişa Artêşa Tirkiyeyê li ser heremên sivîl li Sûriyeyê, em li benda NATO, Amerîka û Tirkiyeyê ku daxuyaniyeke bide ne.'

Balafira Su-35
© Sputnik / Vladimir Atapkoviç
Berdevkê Wezareta Parastinê ya Rûsyayê Îgor Konaşenkov di civîna çapemenî de destnîşan kir ku balafirên şer yên Rûsyayê di vê hefteya dawî de li Lezqiye, Heleb, Hema, Hûmis, Şam, Reqqa, Dera û li Dêra Zorê di çarçoveya operasyonên Sûriyeyê de hezar û 354 hedefên terorîstan Îmha kirin.

23 hedefên terorî hatin Îmhakirin

Konaşenkov di berdewamiya axaftina xwe de got: ‘ Balafira Tu-22M3 jî di operasyona Dêra Zorê de piştgirî da Artêşa Sûriyeyê û di çarçoveya van operasyonan de balafirên me yên ku ji baregeha Hmeymîmê rabûn li Dêra Zorê 23 hedefên mezin yên terorîstan Îmha kirin.'

Ji Rûsyayê 200 ton piştgiriya însanî

Îgor Konaşenkov di dirêjiya axaftina xwe de got: ‘ Rûsyayê ji meha rêbendanê ve û heta niha 200 ton alîkariya însanî gihand Dêra Zorê ku di bin dorpêça rêxistina terorîst ya DAIŞê de ye. Ev alîkariya însanî ya Rûsyayê ji terefê balafirên bargir yên Sûriyeyê ve tên belavkirin.'

Muçeyê milîtanan ji 1/3 kêm bû

Konaşenkov di dawiya axaftina xwe de got: ‘ Piştî êrişa hewayî ya Rûsyayê dahatuyên DAIŞê yên petrolê kêm bûn. Ji bo dahatuya petrola DAIŞê ku difrote Tirkiyeyê kêm bû, muçeyên milîtanên xwe ji siya yek kêm kir. Ev jî ji bo peydekirina milîtanên nû dibe pirsigrêk ji DAIŞê re.

Bi heman mijarî:

Rûsya, balafirên Su-35S şandin Sûriyeyê
Rûsya derbarê îxlal kirina sînorê Tirkiyeyê de daxuyanî da
Erdogan: ‘Rûsya bila dev ji îxlal kirina sînorê me berde'
Rûsya: Em ê bikin ku kurd jî beşdarê Cenevreyê bibin
Rûsya: Ji ber mueyîdeyên li dijî Tirkiyeyê tu bihayî çênebûye
Etîketan:
Wezareta Parastinê ya Rûsyayê, DAIŞ, Îgor Konaşenkov, Dêra Zorê, Sûriye, Rûsya
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de