18:10 22 Hezîran 2018
Türkiyə-Rusiya

Kremlîn: ‘Haya Pûtîn ji daxwaza Erdogan heye'

© cont.ws
Rûsya
Lînkê kurt
0 01

Berdevkê Kremlînê Dmitriy Peskov destnîşan kir ku heya Pûtîn ji daxwaza hevdîtinê ya Erdogan heye.

Moskova — Berdevkê Kremlînê Dmitriy Peskov di civîna rojnamevanî de destnîşan kir ku heya Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn ji daxwaza hevdîtinê ya Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan heye.

Peskov di berdewamiya axaftina xwe de got: ‘Me ev daxwaza Erdogan ji Pûtîn re rapor kir, lê hevdîtin çêbibe an nebe nizanim.'

Ji aliyê din ve Wezareta Derve ya Tirkiyeyê roja şemiyê daxuyaniyek dabû û Îdia kiribû ku balafireke rûsî di 29ê Rêbendanê de qada hewayî ya Tirkiyeyê îxlal kiriye. Erdogan jî piştî vê daxuyaniyek dabû û gotibû: ‘Ez dixwazin bi Pûtîn re hevdîtinekê bikim.'

Li ser vê berpirsên Wezareta Parastinê yên Rûsyayê jî ev îdiayên ku qada hewayî ya Tirkiyeyê ji terefê balafirên rûsî ve hatiye îxlal kirin red kirin û ev daxuyanî wekî propaganda bi nav kirin.

Bi heman mijarî:

Rûsya, balafirên Su-35S şandin Sûriyeyê
Rûsya derbarê îxlal kirina sînorê Tirkiyeyê de daxuyanî da
Erdogan: ‘Rûsya bila dev ji îxlal kirina sînorê me berde'
Rûsya: Em ê bikin ku kurd jî beşdarê Cenevreyê bibin
Rûsya: Ji ber mueyîdeyên li dijî Tirkiyeyê tu bihayî çênebûye
Etîketan:
Serokomarê Tirkiyeyê, Serokatiya Dewleta Rûsyayê, Vladimîr Pûtîn, Recep Tayyip Erdogan, Dmitriy Peskov, Moskova, Rûsya
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de