18:57 25 Hezîran 2018
Balafira Su-35

Rûsya, balafirên Su-35S şandin Sûriyeyê

© Sputnik / Vladimir Atapkoviç
Rûsya
Lînkê kurt
0 11

Çavkaniyeke ji Sererkaniya Rûsyayê ragihand ji bo ku Rûsya ji her rewşê re amade be wê hêza xwe ya leşkerî li Sûriyeyê zêde bike.

Moskova — Çavkaniyekî ji Sererkaniya Rûsyayê ji rojnameya kommersantê re ragihand ji bo ku Rûsya ji her rewşê re amade be wê hêza xwe ya leşkerî li Sûriyeyê zêde bike û di vê mijarê de balafirên xwe yên Su-35S ji bo ceribandinê şandine Sûriyeyê.
Balafir çûne Lezqiyeyê

Li gorî nûçeya rojnameyê, febrîqeya leşkerî ya bajarê Komsomolsk na Amurêyê 4 balafirên Su-35S teslîmî Hêza Hewayî ya Rûsyayê kirin. Balafir pêşî çûne balafirxaneya leşkerî ya Privolksjiya bajarê Astrahanê û ji wir jî li ser Derya Xezar, Îran û Iraqê re derbasî balafirxaneya Hmeymîmê ya Lezqiyeyê bûn. Bi çûna van balafiran hejmara balafirên Rûsyayê li sûrî gihîşte 70 yî.

Pêwendiyên me hê jî bi Tirkiyeyê re rast nebûne

Di berdewamiya nûçeyê de çavkanî radihîne ku piştî ku di meha mijdarê balafira me hat xistin me hemû pêwendiyên xwe bi Tirkiyeyê re birîn. Pêwendiyên me hê jî rast nebûne û em nizanin behsa kîjan hişyariyê dikin.

Bi heman mijarî:

Rûsya derbarê îxlal kirina sînorê Tirkiyeyê de daxuyanî da
Erdogan: ‘Rûsya bila dev ji îxlal kirina sînorê me berde'
Rûsya: Em ê bikin ku kurd jî beşdarê Cenevreyê bibin
Rûsya: Ji ber mueyîdeyên li dijî Tirkiyeyê tu bihayî çênebûye
Rûsya û Hîndîstan wê helîkopteran bifroşin bazarên cihanê
Etîketan:
Sererkaniya Rûsyayê, Hêza Hewayî ya Rûsyayê, Lezqiye, Sûriye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de