09:34 12 Kanûn 2017
Zindî
    Balafirên Rûsyayê

    ‘Rûsya reftara şerên li Sûriyê guherand'

    © Sputnik/ Pavel Gerasimov
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 21

    Li gorî analîza ku ji hêla IHS Jane'sê ve hatiye amadekirin operasyonên hewayî ên Rûsyayê ku li dijî DAIŞê pêk tîne di serdema têkoşîna hukimeta Şamê ku li hemberî DAIŞê dide de reftara şer guherand.

    Moskova - Di analîzê de wiha hat gotin: ‘Herêmên ku hêzên hukimetê kontrol dike li ser saya operayonên ku Hêzên Hewayî yê Rûsyayê pêk tînin ji sedî 1.3 zêdetir bûye. Hukimeta Sûrî di 8 mehên 2015an de %18 axa xwe ji dest kir, hindik mabû ku Helebê jî ji dest bixe û li zêdebûna êrişên li Lazkiyeyê em bidin ber çav, ev serkeftiyên hanê ji bo hukimetê girîngiyeke jiyanî ye.'

    NOQTEYÊN STRATEJIK JI DESTÊ DAIŞÊ TÊ RIZGARKIRIN

    Rûsya li ser taleba Serokê Dewleta Sûriyê Beşar Esad di 30yê Îlonê de dest bi operasyonên hewayî kiribû. Hêzên hukimetê ku piştgiriya Rûsyayê hildan carek gelek herêmên stratejîk ji DAIŞê rizgar kir.

    ARTÊŞA SÛRÎ SERKEFTINEKE YEKEM BI DEST XİST

    Serokê Sererkaniya Rûsyayê Valeriy Gerasimov di daxuyaniya xwe ya duh ku dabû Rossiya-24ê de ragihandibû ku artêşa sûrî ji sala 2011an vir ve cara yekem e ku li 10 eniyan gihiştiye asta êrişkirinê. Gerasimov destnîşan kirib3u ku hêzên hukimetêli 3 eniyên jî amadekariya êrişan dikin.

    DI TERORÎSTAN DE HÊZA ÊRIŞKİRİNÊ XELASBÛ

    Berdevkê artêşa sûrî Elî Mayhub jî di daxuyaniya xwe ya çend roj berê de gotibû: ‘Li ser serkeftinên Hêzên Çekdarî yê Sûriyê di komên terorîstan de qidûm nemaye û ev di navbera pêşengên war de bûye sedema nakokiyan û ew direvin Urdun û Tirkiyeyê.'

    Bi heman mijarî:

    Heyeta HDPê çû serdana PDKê
    Leyla Îmret serbest hat berdan
    Nivîskarên kurd got: ‘Di vî şerî de wateya nivîsandinê nema’ û pênûs danîn ...
    Hêzên rûsî rojnameger birin gundê tirkmenan a rizgarkirî
    Karayilan: Roj roja namûs û şerefê ye
    Eniya Hevgirtî ya Kurd: 'Em bi merc beşdarî hilbijartinên Îranê dibin'
    Etîketan:
    IHS Jane's, Sererkaniya Rûsyayê, Valeriy Gerasimov, Beşar Esad, Rûsya, Sûrî
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de