17:43 19 Hezîran 2018
Pergala Parastina Moşekî ya Rûsyayê

Rûsya: 'Em dikarin pergala moşekan a Amerîkayê bêbandor bikin'

© Sputnik / Ramil Sitdikov
Rûsya
Lînkê kurt
0 01

Generalê Rûsyayê Çebûrîn bi radyoya Exo Moskvi re axivî û got: Hêza me heye ku pergala moşekên parastinê ya Amerîkayê bişkênin.

Moskova – Fermandarê Yekîneya Parastina Moşekî ya Hêzên Hewayî-Fezayî yên Rûsyayê Andrey Çebûrîn derbarê hêza Rûsyayê ya moşekî de wiha got: Pergalên parastina moşekî yên Rûsyayê li derveyî welêt nîn in. Pergalên parastina moşekî yên Rûsyayê li ser axa welêt hatine bicihkirin û ev jî parastinê dikin. Reqîbên me pergalên parastina moşekî li hinek welatan bi cih kirine û şaşiyê dikin. Hêz û teknolojiya Rûsyayê heye ku van pergalên li derveyî axa xwe bicihkirî bêbandor bihêle û ji wan derbas bibe.’

Em di nava çend kêliyan de moşekên dijminan tesbît dikin
Çebûrîn diyar kir ku pergala parastina moşekî ya ku Moskova û Herêma Navendî ya Pîşesaziyê diparêze dikare di nava çend kêliyan de moşekên dijminan û cureyên wan  tesbît bike; herwiha bi moşekeke munasib îmha bike.

Hêjayî gotinê ye Amerîka di nava sînorên xwe de Li Alaska û Kalîforniyayê 2 herêmên parastina moşekî ava kirine û li ser pergaleke sêyemîn dixebite ku li Ewropayê ava bike. Li Rûsyayê jî tenê li nêzîkî Moskovayê herêmeke parastina moşekî saz kiriye. Rêveberiya Moskovayê dixwaze ku Amerîka bi awayekî nivîskî ragihîne ku bi pergalên xwe yên moşekî Rûsyayê nake hedef û ev xwesteka Rûsyayê hertim ji aliyê Amerîkayê ve bi neyînî tê bersivandin.

Bi heman mijarî:

Li Miksa Wanê bi lerza 4.5 erdhej
Gelê Amedê heyet û TIRên alîkariya AKPê protesto kirin
PYD bi awayekî fermî beşdarî Civîna Cenevreyê dibe
Polêsan bi zorê jehr da belavkarê Azadiya Welat
Polêsên tirk ‘konê nobedariya Sûrê’ bi gef û zorê rakir
Etîketan:
moşekên dijminan, hêz û teknolojiya Rûsyayê, pergalên parastina moşekî, Yekîneya Parastina Moşekî ya Hêzên Hewayî-Fezayî yên Rûsyayê, Andrey Çebûrîn, Rûsya
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de