09:12 24 Sibat 2018
Zindî
    Dmitry Zakharov

    Parlamenterê rûsî: ‘Tenê rêyek li pêşiya kurdan heye, ew jî serxwebûn e'

    © Sputnik/ FB
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 60

    Parlamenterê Partiya Rûsyaya Adil Dmitriy Zakharov ji ajansa Spûtnîkê re rewşa kurdan nirxand û got: 'Tenê rêyek li pêşiya kurdan heye, ew jî serxwebûn e.'

    Navenda Nûçeyan — Parlementerê Partiya Rûsyaya Adil Dmitry Zakharov ji bo êrişên dewleta tirk a li ser bajarên kurdan çend roj berê li pêşiya balyozxaneya tirk a Moskovayê çalakiyeke protestoyê ya li dar xistibû.

    Parlamenterê Partiya Rûsyayê Adil Dmitriy Zakharov di axaftina xwe de behsa şaşitiyên Tirkiyeyê kir û got: ‘ Tirkiye jî wekî Ûkraynayê heman xeletiyê dike. Divê Tirkiye dem berî demekê dev ji van şaşî û xeletiyên ku, inyatkirinên faşizan, qedexekirina çand û ziman berde û divê mirov bi awayekî azad nêrînên xwe bikaribin îfade bikin. Ya ku ev dike rasterast jenosîd e, divê kelîk berî kêlikê dev ji vê berde û alî rûnin masê.'

    Dmitry Zakharov di berdewamiya axaftina xwe de behsa gelên ku ji Yekîtiya Sovyetên veqetiyan kir û got: 'Di mijara serxwebûnê de divê mirov bi îhtiyat tevbigere. Yekîtiya Sovyetê jî di dema serxwebûnê de gelên ku veketiyan zilm û zorî li wan kir. Ji bo gelan rêvebiriya herî baş ku bikaribin xwe îfade bikin, zimanê xwe biaxivin, çanda xwe bijîn û xwediyê alekê bin statuya xweseriyê ye.'

    Zakharov di dirêjiya axaftina xwe de got: ‘Di Federasyona Rûsyayê de zimanê Komarên Milî di statuya fermî de ye û li hemû sazî û dezgehên dewletê tê bi kar anîn. Lê Tirkiye jenosîdan tîne sere welatiyên xwe û ev helwesteke kirêt e. Heke Tirkiye daxwaza xweserî û mafên çandî yên kurdan qebûl neke, tene rêyek li pêşiya kurdan dimîne ew jî serxwebûn e û ilankirina dewletê ye.'

    Parlamenterê rûsî di dawiya axaftina xwe de got: ‘ Min ew çalakiya piştgiriyê ya Moskovayê ji bo kurdan kir lewma di çanda me de alîkariya cîranan û kesên ku rastî zilm û zoriyê tên dest dirêj kirina wan hestekî însanî ye. Lewma îro kurd ketine û rastî zilm, zorî û tahdeyên mezin tên.

    Bi heman mijarî:

    Rûsya, di nava dewletên bi hêz de kete rêza duyemîn
    Rûsya: ‘Di 24 saetên dawî de me li 57 hedefên terorîstan xist'
    Rûsya, ji bo civîna Cenevreyê hemleya dîplomasiyê
    Rûsya: Divê hêzên kurd ji pêvajoya gotûbêjan neyên dûrxistin
    Rûsya: Divê kurd û Artêşa Azad jî tevlî hevdîtinên Sûriyeyê bibin
    Etîketan:
    kurd, Parlementerê Partiya Rûsyaya Adil, Dmitry Zakharov, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de