00:58 24 Hezîran 2018
Mariya Zaxarova

Zaxarova bangî Tirkiyeyê kir: ‘Dev ji polîtîkaya tunekirina kurdan berde’

© Sputnik / Ramil Sitdikov
Rûsya
Lînkê kurt
0 11

Berdevka Wezareta Derve ya Rûsyayê Mariya Zaxarova di civîna çapemenî ya Moskovayê de bangî Tirkiyeyê kir û got: 'Dev ji polîtîkaya tunekirina kurdan berde.'

Moskova — Berdevka Wezareta Derve ya Rûsyayê Mariya Zaxarova li Moskovayê di civîna çapemenî de piştgiriya akademîsyenên ku daxuyanî îmze kiribûn kir û di banga xwe ya ji bo Tirkiyeyê de got: ‘Dev ji politikaya tunekirina kurdan berde.’

Berdevka Wezareta Derve ya Rûsyayê Mariya Zaxarova di civîna çapemenî ya Moskovayê de berî ku aligirên siyasî yên Sûriyeyê li civîna Cenevreyê werin cem hev diyar kir ku grûbên terorîst fealiyetên xwe zêde dikin û hinek komên terorîs yên Helebê piştgiriyê ji Tirkiyeyê distînin.

Zaxarova di axaftina xwe de got, hê jî hêzên derve ji bo grûbên terorîst piştgiriya çek û cebilxaneyan dikin û ev grûbên terorîst hinek cihên sînorê Tirkiye û Sûriyeyê yên parastî ji bo xwe bi kar tînin.

Dewleta Sûriye, delîlên aleyhe Tirkiyeyê şandin NY

Mariya Zaxarova di berdewamiya axaftina xwe de got, hikumeta Sûriyeyê delîlên ku Tirkiyeyê desthilatiya wê dagirkiriye şandin Netewên Yekbûyî.

​Berdevka Wezaretê di dirêjiya axaftina xwe de got, Amerîka alîkariyên însanî yên Rûsyayê ku ji bo xelkê Sûriyeyê dike nabîne, lê em ê dîsa jî ji bo xelkê sûrî alîkariyên xwe yên însanî bidomînin.

 

 

 

Bi heman mijarî:

Zaxarova: Em pêwendiyên Tirkiyeyê ji nû ve dinirxînin
Zaxarova: Tirkiye lîstikên pîs dilîze
Zaxarova, ji şêwirmendê poroşenko re got, tu Naziyan tîne heşê min
Zaxarova: Bila nûçeyên xaza Sarînê ku çûye Sûriyeyê werin lêkolîn kirin
Zaxarova: 'Qabiliyeta Rûsya û Amerîkayê ya lihevkirinê heye'
Etîketan:
Wezareta Derve ya Rûsyayê, Mariya Zaxarova, Moskova, Rûsya
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de