04:14 24 Îlon 2017
Zindî
    Balafir

    Jetên rûsî li Sûriyeyê li 579 hedefên terorîstan xist

    © AP Photo/ Selcan Hacaoglu
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 1501

    Balafirên şer ên rûsî li Sûriyeyê di çar rojen dawî de 157 sortî kirin û nêzî 600 hedefên terorîstî ruxandin.

    Moskova — Berdevkê Wezareta Parastinê yê Rûsyayê Îgor Konaşenkov destnîşan kir ku balafirên şer ên rûsî li bajarên Heleb, Dêra Zorê, Hûmis, Reqqa û Lezqiyeya Sûriyeyê di çar rojen dawî de 157 sortî kirin û nêzî 600 hedefên terorîstî ruxandin û jeta Su-34 li lezqiyeyê di êrişa çepera DAIŞê de 20 milîtanên terorîst kuştin û 4 wesayîtên zirxî îmha kirin.

    Me 40 ton alîkariya Însanî gihand herêma dorpêçê

    Konaşenkov di axaftina xwe de got, di çarçoveya operasyonên însanî de Dêra Zorê jî di nav de li çend herêmên Sûriyeyê ku di binê dorpêça milîtanên terorîst de ne, me 40 ton alîkariya însanî gihand wan û balafirên me hê jî vê alîkariyê didomînin.

    Konaşenkov, terorîst bi topên hawanan êrişî sivîlan dikin, lê ew ê nikaribin Artêşa Sûriyeyê asteng bikin û peşiya wê bigrin, lewma êrişî sivîlan dikin û dixwazin artêşê proveke bikin. Wekî mînak Enîya El Nûsra û Ehrar uş Şam, bi moşek û topê hawanan êrişî bajarokên Fua û Kefraya İdlîbê.

    Mixalifên welatparêz kordînatan didin me

    Konaşenkov di berdewamiya axaftina xwe de got, jetên rûsî Su-25 li Hûmisê kampeke perwerdehiyê ya rêxistina terorîst ya DAIŞê îmha kirin û me kordînatên wê ji gruba mixalifên welatparêz stand. Her wiha piştî ku DAIŞê li Dêra Zorê 300 sivîl kuştin me berê operasyonên xwe dane wir û di encama êrişan de 60 milîtan hatin kuştin.

    Wesayîta ji sînorê tirkî diçû Helebê hat rûxandin

    Konaşenkov di dirêjiya axaftina xwe de got, dema keşfa balafiran de konvoya 20 wesayîtan ku ji sînorê Tirkiyeyê diçûn Helebê bi êrişa hewayî hatin îmhakirin. Her wiha piştî ku hêzên Sûriyeyê bajarokê Selma yê lezqiyeyê bi dest xistin, grûbeke ku fermandarê wan Ebû Haldîn Elî û 30 kes bûn herêm terikandin.

    Bi heman mijarî:

    Rûsya û Amerîka li ser beşdarbûna PYDê ya li Cenevreyê li hev nakin
    Rûsya, ji bo civîna Cenevreyê hemleya dîplomasiyê
    Rûsya: Me li Sûriyeyê bi moşekên kruz li DAIŞê xist
    Hêzên hewayî yên Rûsya û Sûriyeyê operasyoneke hevpar kirin
    Rûsya: Girtiyên DAIŞê yên Antalyayê, berî teqîna Siltanahmedê bû
    Etîketan:
    Eniya Nûsra, Ehrar uş-Şam, DAIŞ, Wezareta Parastinê yê Rûsyayê, Îgor Konaşenkov, Hema, Lezqiye, Heleb, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de