01:23 20 Tebax 2017
Zindî
    Kurdan û Parlamenterên Rûsyayê dewleta tirk şermezar kirin

    Kurdan û Parlamenterên Rûsyayê dewleta tirk şermezar kirin

    © Foto: Facebook
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 499740

    Êriş û dorpêça hêzên dewletê ji aliyê kurdên li Moskowayê dijîn û parlamenterên rûsî ve hat şermezarkirin. Parlamenterê Rûsya Dmitry Zakharov got: ‘Divê AKP vîna gelê kurd nas bike. Bi polîtîkaya înkarkirinê re Tirkiye tiştekî bi dest naxe.'

    Moskova - Bi pêşengiya saziyên kurd ên li paytexta Federasyona Rûsya Moskovayê ne, li Parka Pogranîchnîkam Otechestva çalakiyek hat lidarxistin û êrişên dewleta tirk hat şermezarkirin. Tevî nûnerên saziyên kurdan Parlamenterê Partiya Rûsya Dadger Dmitry Zakharov û Parlamenterê Partiya Welat Stepan Andreevîch Zotov beşdarî çalakiyê bûn.

    Li gorî nûçeya ANFê Serokê Yekîtiya Saziyên Civakî yên Kurd a Navneteweyî Mehrab Şemoyev da xuyakirin, ku gelê kurd êdî rastiya AKP û Erdogan dîtiye û got: ‘Dewleta tirk çawa ku li Zap û Kobanê têk çû, wê îro li Sûr, Cizîr, Nisêbîn û Silopiyayê jî têk biçe.'

    Parlamenterê Rûsya Dadwer Zakharov jî got: ‘Pêwîst e dewlet an jî hikûmetek, li dijî mirovên ji wan re dibêje 'welatiyên min e', polîtîkayên şer nemeşîne. Divê AKP vîna gelê kurd nas bike û bi terikandina polîtîkayên şer re, rêbazên demokratîk bi kar bîne. Mixabin ji ber polîtîkayên nebaş ên AKP û dewleta tirk, gelê sivîl zerarê dibîne.'

    Parlamenterê Partiya Welat Zotov êrîşên AKP'ê şermezar kir û got: ‘Dewleta tirk jî mîna dewleta Ûkraynayê li hemberî gelê xwe êrîşên terorane pêk tîne. Gelê kurd êdî gihaştiye wê astê ku li hemberî van êrîşan bisekine. Girîng e Erdogan û AKP vê vînê nas bike.'

    Ji amadekarên çalakiyê Seroka Organîzasyona Jinên Kurd li Moskowayê Tara Kadîr jî da zanîn ku gelê kurd roj bi roj bi mezinkirina têkoîna xwe re ber bi azadiyê ve dimeşe û got: ‘Faşîstên ku nikarin xwe li vê têkoşîna bi rûmet a kurdan rabigirin, mîna her carê helwesteke barbarî nîşan didin. Bi berxwedan û biryardariya gelê Cizîr, Silopiya, Nisêbîn û Sûrê re divê tevahiya bajarên Kurdistanê tevlî berxwedaneke watedar bibin. Pêwîste em hemû bi hev re li dijî zextên faşîzma AKP li ser me ferz dike, têbikoşin.'

    Bi heman mijarî:

    Dîmenên operasyona li dijî bonciyê meksîkî hatin weşandin
    Pûtîn: 'Em ê bi Qeterê mijara hevkariya enerjiye biaxivin'
    DAIŞê êrişî çeperên Pêşmerge û HPGê kirin
    YNK, Goran, Komele û Yekgirtû li Silêmaniyê dicivin
    Operasyonên Rûsyayê, derbasbûna milîtanên DAIŞê bo Iraqê asteng dike
    Bavê 3 zarokan ji hêla hêzên dewletê ve hate kuştin
    Etîketan:
    Tara Kadîr, Stepan Andreevîch Zotov, Mehrab Şemoyev, Dmitry Zakharov, Moskova
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de