09:03 17 Tebax 2017
Zindî
    Hemad bîn Xelîfe el Sanî û Vladimîr Pûtîn

    Pûtîn: 'Em ê bi Qeterê mijara hevkariya enerjiye biaxivin'

    © Sputnik/ Alexei Nikolsky
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 1410

    Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn li Kremlînê berî hevdîtina bi Emîrê Qeterê Hemad bîn Xelîfe el Sanî re got, Qeter pêkhateyeke girîng a rojhilata navîn e.

    Moskova — Pûtîn di axaftina xwe de got, em dixwazin bi Qeterê re li çareseriya pirsgirêkên herêmê re bigerin û em giringiyê didin Qeterê. Di mijarên hevdîtinê de xaza xwezayî û hevkariyên enerjiye hene û divê em wan biaxivin.

    ​Pûtîn di berdewamiya axaftina xwe de got, ev xebatên ji bo têkiliyên dualî bi Qeterê re tên kirin, hêvî dikim xizmeta hevkariyên pêşerojê bikin.

    Rûsya roleke bi biryar dilîze

    Her wiha di civînê de Emîrê Qeterê Hemad bîn Xelîfe el Sanî jî ragihand, Rûsya ji bo aramiya cihanê roleke bi biryar dilîze. Em jî dixwazin pêwendiyên xwe bi Rûsyayê re pêş bixin û ji bo aramiya herêmê pirsgirêkan çareser bikin.

    ​El Saniyê ku ev cara yekemîn e serdana Moskovayê dike, bi Serokê Rûsyayê re mijara krîza Sûriyeyê û pirsgirêkên rojhilata navîn biaxive.

    Bi heman mijarî:

    Rûsya, ji bo civîna Cenevreyê hemleya dîplomasiyê
    Demirok: Dibe Qeter jî baregeheke leşkerî li Tirkiyeyê veke
    Qeter gefan li Sûriyeyê dixwe
    Hêzên hewayî yên Rûsya û Sûriyeyê operasyoneke hevpar kirin
    Rûsya: Dê Yûnanîstan û Îsraîl şûna Tirkiyeyê bigrin
    Etîketan:
    Emîrtiya Qeterê, Serokê Dewleta Rûsyayê, Hemad bîn Xelîfe el Sanî, Vladimîr Pûtîn, Moskova, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de