22:36 25 Hezîran 2018
Balafir

Hêzên hewayî yên Rûsya û Sûriyeyê operasyoneke hevpar kirin

© AP Photo / Selcan Hacaoglu
Rûsya
Lînkê kurt
0 10

Hat ragihandin ku Hêza Hewayî ya Rûsyayê cara yekemîn bi Hêza Hewayî ya Sûriyeyê re operasyon pêk anî.

Moskova — Wezareta Parastinê ya Rûsyayê di daxuyaniya xwe de ragihand balafirên şer yên Rûsyayê Su-25c li dijî herêmên ku di kontrola terorîstan de ye êrişa hewayî pêk anî û balafirên Sûriyeyê Mig-29an jî parastina wan kir.

Di berdewamiya daxuyaniyê de, balafirên Sûriyeyê ku ji baregehên xwe rabûn bi jetên rûsî re li derdora baregeha Hmeymîmê gihîştin hev û hetanî operasyon qediyê hevkarî bi hev re kirin.

Sûriye, bi piştgiriya Rûsyayê ji 150 cihî zêdetir bi dest xist

Hêza Hewayî ya Rûsyayê ji 30ê Îlonê ve li Sûriyeyê li dijî terorîstan operasyonan pêk tîne. Rûsya bi van êrişan piştgiriya Artêşa Sûriyeyê û grûbên mixalif ku li dijî DAIŞê şer tekoşînê didin, dike.

Her wiha Rûsyayê serê salê diyar kiribû ku heta niha hezar û 97 hedefên DAIŞê îmha kirine. Artêşa Sûriyeyê di nava mehek û nîvê de bi piştgiriya Hêza Hewayî ya Rûsyayê, ji 150 cihî zêdetir gund û bajarok bi dest xistin.

Bi heman mijarî:

Rûsya: Girtiyên DAIŞê yên Antalyayê, berî teqîna Siltanahmedê bû
Rûsya bersiv da Erdogan, em li Lezqiyeyê ‘dewleteke çerçitiyê' ava nakin
Amerîka: 'Artêşên Rûsya û Çînê bi me re ketine reqabetê'
Rûsya: Dê Yûnanîstan û Îsraîl şûna Tirkiyeyê bigrin
Îvanov: 'Rûsya, 160 malperên ku piştgirî didan terorîstan girtin'
Etîketan:
êza Hewayî ya Sûriyeyê, Wezareta Parastinê ya Rûsyayê, DAIŞ, Sûriye, Rûsya
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de