02:12 21 Tebax 2017
Zindî
    Sînorê Tirkiyeyê

    Tirkiye, kurdên Sûriyeyê dixe abluqayê

    © Foto: AA/ Müslüm Etgü
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 95201

    Li gorî nûçeya Russiya Todayê, Dewleta Tirkiyeyê, kurdên Sûriyeyê ku di bin êrişa DAIŞê de ne dixe abluqayeke mezin.

    Navenda Nûçeyan - Li gorî nûçeya Russiya Todayê, Dewleta Tirkiyeyê, kurdên Sûriyeyê ku di bin êrişa DAIŞê de ne dixe abluqayê, li wê herêmê destûra alîkariyê nade û kesên ku ji pevçûnan direvin êrişî van dike. Lê sewqiyata çek û milîtanên li herêmên cihadîst dewam dike.

    ​Nûçegihanê Russia Todayê Murad Gaciyev ji sînorê Tirkiye û Sûriyeyê ragihand, kurdên bakûrê herêma Sûriyeyê di nava deriyên sînor yê girtî û herêma DAIŞê ya mayînkirî de girtî dimînin.

    Berpirsekî deriye sînor yê aliyê sûrî Hadir Mustafa ji Murad Gaciyev re axivî û got, Tirkiye destûra derbasbûna xwarin, alîkariya însanî û dermanan nadin, tenê destûra kesên ku vedigerin dide. Leşkerên tirk bi me re hevkariyê nakin û wekî dijminan tevdigerin. Li însanan dixin û dibêjin bes vegerin.

    Tirkiye du ciwan kurd kuştin

    Murad Gaciyev di berdewamiya nûçeya xwe de got, berpirsên tirk yên sînor destûra derbasbûna ciwanê kurd ku di şerê DAIŞê de birîndar bibû nedan. Mihafizên sînor yên Tirkiyeyê berî niha bi demekê du ciwanên kurd ku dixwestin di sînor de derbas bibin kuştin. Bavê yek ji wan ê kuştî got 'tirkan kurê min ji dûrahiya 70 metroyî ku hê di nava sînorê Sûriyeyê de bû kuştin'. Lê derbasbûna grûb û milîtanên terorîst li ser sînor bê asteng berdewam e.

     

     

    Bi heman mijarî:

    Rûsya: Girtiyên DAIŞê yên Antalyayê, berî teqîna Siltanahmedê bû
    Rûsya bersiv da Erdogan, em li Lezqiyeyê ‘dewleteke çerçitiyê' ava nakin
    Amerîka: 'Artêşên Rûsya û Çînê bi me re ketine reqabetê'
    Rûsya: Dê Yûnanîstan û Îsraîl şûna Tirkiyeyê bigrin
    Îvanov: 'Rûsya, 160 malperên ku piştgirî didan terorîstan girtin'
    Etîketan:
    DAIŞ, Artêşa Tirkiyeyê, Hadir Mustafa, Murad Gaciyev, Tirkiye, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de