07:34 21 Tebax 2017
Zindî
    Mariya Zaxarova

    Zaxarova: Tirkiye lîstikên pîs dilîze

    © Sputnik/ Ramil Sitdikov
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 57 0 0

    Berdevka Wezareta Derve ya Rûsyayê Mariya Zaxarova ragihand hemwelatiyên me ku li Tirkiyeyê bi tometa têkildariya DAIŞê hatin girtin, hevdîtina dîplomatan red kirin.

    Moskova — Berdevka Wezareta Derve ya Rûsyayê Mariya Zaxarova îdiayên Tirkiyeyê ku dibêje, Rûsya li Sûriyeyê sivîlan hedef digre red kir û got, Hikumeta Tirkiyeyê bi îdiayên ku nehatine îspatkirin dibêje, ‘Rûsya li Sûriyeyê jin û zarokan dikuje'^ bi van îftîrayan lîstîkên pîs dilîze.

    Berdevka Wezareta Derve ya Rûsyayê Mariya Zaxarova ragihand hemwelatiyên me ku li Tirkiyeyê bi tometa têkildariya DAIŞê hatin girtin, hevdîtin bi dîplomatan rûsî re qebûl nekirin.

    ​Zaxarova di civîna çapemenî de derbarê welatiyên rûsî ku bi tometa têkildariya DAIŞê li Antalyayê hatibûn girtin axivî û got, li gorî agahiyên ku me ji Tirkiyeyê wergirtin welatiyen ku hatine girtin hevdîtina bi dîplomatên rûsî re qebûl nekirine.

    ​Zaxarova di berdewamiya axaftina xwe de navê yek ji wan şikberan eşkere kir û got, Aydar Suleymanov bi têkildariya DAIŞê tê tometbarkirin. Interpolê derheqê wî de lêgerîna navneteweyî derxistibû û du sal berê Rûsya terikand. Gelek kes û komên terorîst, li çend welatên ku Tirkiye jî di nav wan de ye xwe gelekî azad dibînin.

    Bi heman mijarî:

    Rûsya: Girtiyên DAIŞê yên Antalyayê, berî teqîna Siltanahmedê bû
    Rûsya bersiv da Erdogan, em li Lezqiyeyê ‘dewleteke çerçitiyê' ava nakin
    Amerîka: 'Artêşên Rûsya û Çînê bi me re ketine reqabetê'
    Rûsya: Dê Yûnanîstan û Îsraîl şûna Tirkiyeyê bigrin
    Îvanov: 'Rûsya, 160 malperên ku piştgirî didan terorîstan girtin'
    Etîketan:
    Wezareta Derve ya Rûsyayê, DAIŞ, Aydar Suleymanov, Mariya Zaxarova, Moskova, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de