03:18 20 Hezîran 2018
Sûriye

Rûsya bersiv da Erdogan, em li Lezqiyeyê ‘dewleteke çerçitiyê' ava nakin

© Sputnik / Dmitriy Vinogradov
Rûsya
Lînkê kurt
0 01

Wezareta Derve ya Rûsyayê îdiayên Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan ku gotibû ‘Rûsya li Lezqiyeyê dixwaze dewleteke çerçitiyê ava bike' red kir.

Moskova — Wezareta Derve ya Rûsyayê îdiayên Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan ku gotibû ‘Rûsya li Lezqiyeyê dixwaze dewleteke çerçitiyê ava bike' red kir.

Rayedarê Wezareta Derve yê Rûsyayê li Moskovayê di civîna çapemeniyê de ragihand îdiayên Erdogan ku dibêje Rûsya wê li Lezqiyeya Sûriyeyê dewleteke çerçîtiyê ava bike red kir û got, ev gotinên tewşo mewşo ne.

Rayedar di berdewamiya axaftina xwe de got, daxuyaniyên Erdogan gelekî bê wate ne. Xuya ye ku Tirkiye gengeşiya navbera me bi kar tîne û dixwaze şikberiya ser xwe rake.

Serokomarê Tirkiyeyê Erdogan, di konferansa balyozan ya 8emîn de gotibû, niha Rûsya li Lezqiyeya Sûriyeyê dixwaze bingeha dewlete çerçîtiyê ava bike.

 

 

Bi heman mijarî:

Amerîka: 'Artêşên Rûsya û Çînê bi me re ketine reqabetê'
Rûsya: Dê Yûnanîstan û Îsraîl şûna Tirkiyeyê bigrin
Îvanov: 'Rûsya, 160 malperên ku piştgirî didan terorîstan girtin'
Rûsya: ji serê salê ve me hezar û 97 hedefên terorîstan îmha kirin
Rûsya, kontrola berhemên Tirkiyeyê zêde dike
Etîketan:
Serokomarê Tirkiyeyê, Wezareta Derve ya Rûsyayê, Recep Tayyip Erdogan, Lezqiye, Sûriye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de