12:56 17 Kanûn 2017
Zindî
    Turîstên Rûsyayê

    Rûsya: Dê Yûnanîstan û Îsraîl şûna Tirkiyeyê bigrin

    © Foto: AA/ Durmuş Genç
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 01

    Serokê Yekîtiya Operatorên Turîzmê ya Rûsyayê (ATOR) Maya Lomidze diyar kir ku di sala 2016an de Îsraîl, Yûnanîstan Bulgarîstan û Qibris dê şûna Tirkiyeyê bigrin.

    Moskova - Serokê Yekîtiya Operatorên Turîzmê ya Rûsyayê (ATOR) Maya Lomidze diyar kir ku di sala 2016an de Îsraîl, Yûnanîstan Bulgarîstan û Qibris dê şûna Tirkiyeyê bigrin.

    Serokê ATORê Maya Lomidze di civîna çapemenî de bal kişand ser ambargoya tûrîzmê ya Tirkiyeyê û got, li gorî texmînên me di sala 2016an de welatiyên Rûsyayê dê eleqeyê nîşanî turîzma Tirkiyeyê nekin. Lewma şansê Îsraîl, Yûnanîstan, Bulgarîstan û Qibrisê bêtir e.

    Turîstên rûsî li şûna Derya Reş wê Derya Spî hilbijêrin

    Lomidze di berdewamiya axaftina xwe de got, di hilbijartina cihê turîzmê de mijara herî sereke buhayê wê ye. Welatên Deryaya Spî ji bo ku turîstên rûsî bikşînin welatê xwe pêşnîyarên maqul dikin. Rûsiyên ku li otêlan betlana xwe bikin wê bi sîstema ‘her tişt di nav de' jî dikarin hilbijêrin.

    Bi heman mijarî:

    Îvanov: 'Rûsya, 160 malperên ku piştgirî didan terorîstan girtin'
    Rûsya: ji serê salê ve me hezar û 97 hedefên terorîstan îmha kirin
    Rûsya, kontrola berhemên Tirkiyeyê zêde dike
    Rûsya û Japonya ji bo Koreya Bakûr dicivin
    Rûsya: Gotinên Davutoglu eletewşo ye
    Etîketan:
    Operatorên Turîzmê ya Rûsyayê (ATOR), Maya Lomidze, Moskova, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de