04:36 16 Kanûn 2017
Zindî
    Serokê Federasyona Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn

    Pûtîn: Tirkiyeya ku balafira me xist, çû NATOyê

    © Sputnik/ Grigoriy Sisoev
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 01

    Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn krîza navbera Enqere û Moskovayê nirxand û got, Tirkiyeyê piştî ku balafira me xist çû NATOyê û bi vê xwe biçûk xist.

    Navenda Nûçeyan — Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn krîza navbera Enqere û Moskovayê ji rojnameya Bilda almanî re nirxand û got, Tirkiyeyê piştî ku balafira me xist çû NATOyê û bi vê xwe biçûk xist.

    Pûtîn di axaftina xwe de got, Tirkiye balafireke ku qada wê ya hewayî îxlal nekiribû xist û sûcekî şerî kir, Hikumeta Tirkiyeyê li şûna ku îzahatekê ji me re bikin, ji bo parastina xwe çûn serî li baregeha NATOyê dan. Ev tiştekî pir xerîb û bi vê xwe biçûk xist.

    Ma NATO berjewendiyên Tirkiyeyê diparêz e?

    Pûtîn di berdewamiya axaftina xwe de got, ev lebata Tirkiyeyê wekî endamtiya NATOyê nayê şîrovekirin. Lewma tu kesî êrişî Tirkiyeyê nekiriye. Yanî berjewendiyeke Tirkiyeyê li devereke dinyayê hebe gelo vê berjewendiyê jî dê NATO biparêze. Rûsya li hemberî tehdîdan her ewlehiyên pêwistî dê bigre û dê xwe biparêze.

    Li Sûriyeyê em li sivîlan nadin

    Serokê Rûsyayê di dirêjiya axaftina xwe de got, îdiayên ku dibêjin balafirên şer yên Rûsyayê li Sûriyeyê sivîlan hedef digrin û wan dikujin ne rast in, derew in. Ev vîdyoyên ku wekî delîlan dertînin pêş berî ku balafirên me dest bi operasyonan bikin hebûn û ev done hatine serastkirin. Lê yên ku me rexne dikin van rastiyan nabînin.

    Bi heman mijarî:

    Rûsya: ji serê salê ve me hezar û 97 hedefên terorîstan îmha kirin
    Rûsya, kontrola berhemên Tirkiyeyê zêde dike
    Rûsya û Japonya ji bo Koreya Bakûr dicivin
    Rûsya: Gotinên Davutoglu eletewşo ye
    Rûsya wê jetên Su-34ê nûjen bike
    Etîketan:
    Serokatiya Dewleta Rûsyayê, Vladimir Pûtîn, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de