02:16 22 Sibat 2018
Zindî
    Dmitry Zakharov

    Ji parlementerê rûsî çalakî: Erdogan kurdan qetil dike!

    © Sputnik/
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 50

    Parlementerê Partiya Rûsyaya Adîl Dmitry Zakharov ji bo protestokirina êrişên dewleta tirk a li ser bajarên kurd li pêşiya avahiya Sefaretxaneya tirk a Moskovayê çalakiya portestoyê ya yek kesî li dar xist.

    Moskova - Li hemberî êriş û dorpêça dewleta tirk a li ser bajarên kurdan yê ku sivîlan dike hedef, ji hêla parlementerê Partiya Rûsyaya Adîl Dîmîtry Zakharov ve hat protestokirin.

    Ajansa Nûçeyan a Firatê ragihand ku Zakharov îro li kolana Rostovskiy Pereûlok li pêşiya avahiya Sefaretxaneya tirk bi pankartan çalakiyek li dar xist, bang li Erdogan û AKPê kir ku dawî li kuştina sivîlan bînin.

    Parlementerê rûsî wêneyên 3 siyasetmedarên jinên Kurd ên li Silopiyayê ji aliyên tîmên taybet ve hatin qetilkirin û nivîsînên ku komkujiyên hêzên dewletê a li ser bajarê kurda hebû hilgirt.

    Çalakiya Zakharov nêzî saetekê berdewam kir, piştre bi rojnamevan re axivî û wiha got: ‘Erdogan ji bo desthilatdariya xwe bidomîne, gelê xwe qetil dike.'

    Bi heman mijarî:

    Li Rûsyayê şermezarkirina komkujiyan
    Rûsya: ji serê salê ve me hezar û 97 hedefên terorîstan îmha kirin
    Kurdên Libnanê li pêşiya avahiya NYê çalakî li dar xistin
    Etîketan:
    Dmitry Zakharov, Recep Tayyip Erdogan, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de