20:04 18 Hezîran 2018
Balafira rûsî

Rûsya: ji serê salê ve me hezar û 97 hedefên terorîstan îmha kirin

© Sputnik . Dmitriy Vinogradov
Rûsya
Lînkê kurt
0 0 0

Berdevkê Sererkaniya Rûsyayê Sergey Rudskoy destnîşan kir ku balafirên şer ên Rûsyayê ji serê salê ve hezar û 97 hedefên terorîstan îmha kirin.

Moskova — Berdevkê Sererkaniya Rûsyayê Sergey Rudskoy destnîşan kir ku balafirên şer ên Rûsyayê ji serê salê ve hezar û 97 hedefên terorîstan îmha kirin. Digel xebata civaka navneteweyî hê jî Tirkiye piştgiriya milîtanên Sûriyeyê dike.

Rudskoy di hevpeyvîna xwe ya digel kanala Rossiya 24ê de got, êrişa balafirên şer ên Rûsyayê li bajarên Heleb, Lezqiye, Hûmis, Şam, Dêra Zorê, Hesekê û li Reqqaya Sûriyeyê hezar û 97 hedefên terorîstan îmha kirin.

Li dijî tesîs û depoyên cebilxaneyan 311 sortî

Rudskoy di axaftina xwe de got, jetên rûsî ji 1ê Rêbendanê û heta niha 311 sortî li dijî tesîs, baregeh û depoyên terorîstan pêk anîn. Hêza Sûriyeya Demokratîk bi saya operasyonên hewayî yên Rûsyayê êrişên xwe yê ser Reqqayê didomînin, di nava mehek û nîvê de ji 150 gund û bajarokî bêtir cih hatin rizgarkirin. Û bi saya van operasyonan her roj hejmara kuştiyên terorîst zêde dibe.

Tirkiye hê jî piştgiriya terorîstên li Sûriyeyê dike

Rudskoy di berdewamiya axaftina xwe de got, digel xebat û hewldanên civaka navneteweyî, Tirkiye hê jî piştgiriya milîtanên li Sûriyeyê dike. Civaka navneteweyî her çikas alîkariya milîtanan asteng dike jî, ji axa Tirkiyeyê di herêmên bakûrê Lezqiyeyê de piştgiriya ji bo milîtanan didomîne.

Du fermandar hatin kuştin

Sergey Rudskoy di dirêjiya axaftina xwe de got, du fermandarên terorîst Beşar Muhammed El Qatur û Muhammed Îzamel ku fermandariya hêzên qadî dikirin, di pevçûnan de hatin kuştin.

Bi heman mijarî:

Rûsya, kontrola berhemên Tirkiyeyê zêde dike
Rûsyayê ji bo şopandina Stenbolê pergala radarê test kir
Rûsyayê serxweşî da Libyayê
Rûsya û Japonya ji bo Koreya Bakûr dicivin
Artêşa Rûsyayê sala borî 80 hezar Ratnîk standin
Etîketan:
DAIŞ, Wezareta Parastinê ya Rûsyayê, Sererkaniya Rûsyayê, Sergey Rudskoy, Lezqiye, Hema, Heleb, Sûriye, Rûsya
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de