03:32 19 Hezîran 2018
Vladimîr Pûtîn

Pûtîn: Ji xeyrî dijmin dîtinê, rêyeke din bibînin

© Sputnik /
Rûsya
Lînkê kurt
0 10

Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn pirsên rojnamevanên rojnameya Bild ya almanî bersivandin.

Navenda Nûçeyan — Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn di bersivên xwe de got, perçebûna Ewropa ji bêçalakiyê tê. Piştî ku Dîwarê Berlînê xirabû, Ewropa ji bo pêşiyê li dubendiyan bigre tiştek nekir. Heke Rûsya wê deme bikaribûna berjewendiyên xwe biparêze, dê îro dinyayek bi pîvan hebûna.

Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn di 5ê Rêbendanê li bajarê Soçiyê hevpeyvînek li gel rojnameya Bild ya alman kir û di hevpeyvînê de NATO, têkiliyên Rûsya û Ewropa, Rûsya û Almanya û hetanî Kirimê pirsên rojnamevanan bersivandin.

Pûtîn di axaftina xwe de got, xerabûna Dîwarê Berlînê Yekîtiya Sovyetê belav kir lê Ewropa negihande hev. Çi dema ku Moskova sekneke serbixwe dike û berjewendiyên xwe yên neteweyî diparêze dewletên rojava Rûsyayê dijmin îlan dikin.

Ne dost, ne bûk ne jî zava me

Pûtîn di berdewamiya axaftina xwe de got, armanca min ya sereke parastina berjewendiyên neteweyî yên Rûsyayê ne. We dostbûna min pirsî. Têkiliyên dewletan ne wekî yên şexsane. Ez ne dost, ne bûk ne jî zawa me, ez serokê Federasyona Rûsyayê ku 146 milyon nifusa wê heye. Berjewendiyên şexsî yên van însanan hene û ez berpirsyarin berjewendiyên wan biparêzim û jiyana wan têxin xerentiyê.

Me li Kirimê şerê tu kesî nekiriye

Vladimîr Pûtîn di dirêjiya axaftina xwe de got, ji aliye din ve li Kirimê hiqûqê navneteweyî nehatiye îxlal kirin. Me ne şer kir û ne jî tu der îşxal kir û ne jî êrişî tu cihî kir. Di encamên bûyerên Kirimê de yek kesek jî nehat kuştin. Armanca ku me hêzên leşkerî bi kar anîn, ji bo ku leşkerên Ûkraynayê midaxeleya îradeya însanên wir nekin bû.

Bi heman mijarî:

Rûsya û Japonya ji bo Koreya Bakûr dicivin
Artêşa Rûsyayê sala borî 80 hezar Ratnîk standin
Ji Rûsyayê bo Sûriyeyê 14 hezar ton bar
Rûsya: Gotinên Davutoglu eletewşo ye
Rûsya wê jetên Su-34ê nûjen bike
Etîketan:
Serokatiya Dewleta Rûsyayê, Vladimîr Pûtîn, Soçî, Rûsya
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de