03:38 14 Kanûn 2017
Zindî
    Fîloya Deryaya Xezerê

    Rûsyayê ji bo şopandina Stenbolê pergala radarê test kir

    © Foto: Ministry of Defence of the Russian Federation
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 01

    Li gorî daxuyaniya Herêma Leşkerî ya Başûrî, Fîloya Deryaya Xezerê ya Rûsyayê pergala radarê ya Podsolnûxê bi awayekî serkeftî ezmûn kir.

    Moskova – Herêma Leşkerî ya Başûrî bi daxuyaniyekî ragihand ku pergaleke radarê ya ku sala 2014an li Podsolnûxa Qirimê hatibû bicihkirin test kiriye û di tetbîqatên dawîn de encamên serkeftî bi dest xistine.

    Menzîla pergala radarê ya Podsolnûxê mesafeyeke bi qasî 450 kîlometroyî dişopîne ku Stenbol û derdora wê jî dikevin ber frekansên wê.

    Di daxuyaniyê de hate gotin ku armanca vê ceribandinê ew e ku pergala radarê ya Podsolnûxê di navbera navendên keştiyên şer de tora ragihandinê ava bike; herwiha hedefên li esman û erdê tesbît bike.

    Di tetbîqatê de 4 heb balafirên SU-24ê jî perwazên nizm pêk anîn û agehiyên berhevkirî şandin Firqateyna Moşekî ya Daxistanê ya li Deryaya Xezerê; herwiha firqateynê jî ev hedefên destnîşankirî di maweyeke kurt de îmha kirin. 
    Pergala Radarê ya Podsolnûxê 300 hedefî yekcar tesbît dike.

    Jetên Rûsyayê
    © Sputnik/ Ramil Sitdikov
    Berfanbara 2014an rayedarekî Wezareta Parastinê ya Rûsyayê ji medyaya Rûsyayê re daxuyandibû ku Pergala Radarê ya Qirimê dê Delava Stenbolê raçav bike û berpisekî din jî ev daxuyanî piştrast kiribû.

    Taybetmendiya girîng a vê sîstema radarê ew e ku şopandin û çavdêriyên berwarkî pêk tîne û hedefên li erd û esmên di heman demê de tesbît dike; herwiha çavdêriyên li derveyî menzîla xwe jî rapor dike.

    Sîstema ku bi otomatîkî jî dixebite li ser behrê 300 û li esmên jî 100 hedefî tesbît û tesnîf dike; herwiha van hedefan di heman demê de dişopîne.

    Bi heman mijarî:

    Rûsyayê serxweşî da Libyayê
    Rûsya û Japonya ji bo Koreya Bakûr dicivin
    Artêşa Rûsyayê sala borî 80 hezar Ratnîk standin
    Pûtîn îxanetê tu wext nabexşîne
    Etîketan:
    şopandin, tetbîqata leşkerî, balafira SU-24ê, Delava Stenbolê, Pergala Radarê ya Qirimê, Oergala Radarê ya Podsolnûxê, çavdêrî, Firqateyna Moşekî ya Daxistanê ya li Deryaya Xezerê, Herêma Leşkerî ya Başûrî ya Rûsyayê, Wezareta Parastinê ya Rûsyayê
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de