20:08 22 Îlon 2017
Zindî
    Jetên Rûsyayê

    Rûsya wê jetên Su-34ê nûjen bike

    © Sputnik/ Ramil Sitdikov
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 2410

    Rûsya biryara jetên Su-34 yên ku di operasyonên Sûriyeyê de li dijî terorîstan xwe îspat kirin wê nûjen bike.

    Navenda Nûçeyan - Berpirsêkî Pişesaziya Parastina Rûsyayê ji medyaya Rûsyayê re ragihand nûjenkirina jetên Su-34 ku di nava balafirên şer yên cihanê de yên herî pêşketî ne, xebatên nûjeniyê ji çend astan pêk tê. Asta pêşî di nîvê sala 2016an de diqede û hetanî sala 2020an hemû xebatên ceribandin û dîzaynê dê biqedin.

    Kapasîteya Su-34an zêde dibe

    Berpirs di berdewamiya axaftina xwe de got, di pêvajoya hetanî 2020an de kapasîteya balafirên Su-34an dê were zêdekirin û dê bi vê rêbazê balafirên şer nûjenkirina wan dê bidome.

    Hetanî 2020an dê 124 heb werin çêkirin

    Berpirsê Pişesaziya Parastinê ya Rûsyayê, li gorî peymanên ku hatine îmzekirin divê hetanî 2020an 124 heb jetên Su-34 werin çêkirin.

    Balafirên Su-34 bi carekê re dikarin 4 hezar kîlometro bifirin û di saetekê de dikarin bighîjin leza hezar û 600 kîlometroyî. Li gorî pêşbîniyan ji 83 balafirên Su-34 yên rûsî, 8 heb ji wan li Sûriyeyê tev lî operasyonan dibin.

    Bi heman mijarî:

    Jetên Rûsyayê bê navber li DAIŞê dixin
    Ji Artêşa Rûsyayê hemleya robota şer
    Rûsya û Amerîkayê ceribandina bombeya Koreya Bakûr axivîn
    Parlamenterê MHPê: Bê sedem em û Rûsya bûn dijmin
    Rûsya: Noelê pîroz dike
    Etîketan:
    Pişesaziya Parastina Rûsyayê, Moskova, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de