16:00 24 Hezîran 2018
Serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn

Pûtîn, talîmata lêkolînê a Koreya Bakûrî da

© Sputnik / Aleksey Drujinin
Rûsya
Lînkê kurt
0 11

Nûnerê Kremlînê Dmitriy Peskov derbarê ceribandina bombeya hidrojen ya Koreya Bakûrî de ragihand ku Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn ji bo lêkolîna vê mijarê talîmat da pisporan.

Moskova — Nûnerê Kremlînê Dmitriy Peskov derbarê ceribandina bombeya hidrojen ya Koreya Bakûrî de ragihand ku Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn ji bo lêkolîna vê mijarê talîmat da pisporan.

Peskov di berdewamiya axaftina xwe de got, dewleta Rûsyayê ji nûçeyan bi kar anîna bombeyên hîdrojenîk ya Koreya Bakûrî metirsnak e. Ev nûçeyên ku dibêjin Pyongyangê bombeya hîdrojenîk ceribandiye, Moskova zêde tirsand.

Dmitriy Peskov di dirêjiya axaftina xwe de got, Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn talîmata lêkolînê ku pîvanên sismolojik jî bikin da pisporan. Dê pispor li hemû îstasyonan pîvanên sismolojik bikin û doneyan bi dest bixin.

Her wiha Berdevka Wezareta Derve ya Rûsyayê Mariya Zaxarova diyar kir ku ceribandina bombeya hîdrojenîk ya Koreya Bakûr tê wateya ku rêvebiriya Pyongyangê çekdariya atomî zêde dike û ev gaveke nû we û ev jî binpêkirin û îxlala hiqûqa navneteweyî û biryarên Kongreya Ewlehî ya Neteweyên Yekbûyî ye.

Zaxarova di axaftina xwe de got, heke ceribandin bûbe an jî nebûbe, ev dê bibe sedema zêdekirina gengeşiyan li Nîvgirava Koreyê. Di vê çarçoveyê de em bangî hemû aliyan dikin ku bi aqlêselîm tevbigerin û ev nebe sedema krîzê, divê di zûtirîn demê de rêya diyalogê were destpêkirin.

Rasterast bandorê li ewlehiya me dike

Ji aliyê din ve Serokê Komîteya Têkiliyên Derve yê Konseya Federasyona Rûsyayê Konstantîn Kosaçev diyar kir ku ceribandina bombeya hîdrojenê li dijî biryara Konseya Ewlehî ya Netewên Yekbûyî ye û ev rasterast bandorê li ewlehiya Rûsyayê dike.

Kosaçev di hisabê xwe yê facebookê de daxuyanî da û got, em nikarin vê çalakiyê pişt guh bikin. Sînorê Koreya Bakûr digihîje hetanî Rûsyayê û navbera Pyongyang û Vladivostokê ji 700 kîlometroyî kêmtir e. Ji bo vê hewldanên Koreya Bakûr yên li herêmê rasterast bandorê li ewlehiya Rûsyayê dike.

Bi heman mijarî:

Li gorî Pentagonê, Amerîka ji bo Rûsyayê ne tehdîd e, lê Rûsya tehdîd e
Rûsya: ‘Îhtîmaleke mezin DAIŞ çekên kîmyewî bi kar tîne
‘Amerîkayê li Rojhilata Navîn rola xwe ji dest xist, Rûsya di wextê xwe de derkete sahnê'
TAYBET - Serokwezîrê Cizîrê: Dijminê me û Rûsyayê yek e
Rûsya: Em amade ne navbeynkariya Îran û Siûdî bikin
Etîketan:
Komîteya Têkiliyên Derve yê Konseya Federasyona Rûsyayê, Wezareta Derve ya Rûsyayê, Konstantîn Kosaçev, Mariya Zaxarova, Koreya Bakûr, Rûsya
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de