02:06 18 Tebax 2017
Zindî
    Sîstema moşekên S-400

    Moşekên S-400 dê Moskovayê biparêzin

    © Sputnik/ Mihail Mokrushin
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 52 0 0

    Li herêma Moskovayê uniteyeke nû a sîstema parastina moşekên S-400î tevlî dezgehê Hêza Feza û Hewayî ya Rûsyayê bû.

    Moskova — Li herêma Moskovayê uniteyeke nû a sîstema parastina moşekên S-400î tevlî dezgehê Hêza Feza û Hewayî ya Rûsyayê bû. Moşekên S-400 wê qada hewayî ya herêmê biparêzin.

    Wezareta Parastinê ya Rûsyayê di daxuyaniya xwe de ragihand, piştî ceribandinên hêza Kapustîn ya Astrahanê, sîstema parastina moşekên Triumf yên S-400î ji bo dezgehê Hêza Feza û Hewayî li Moskovayê hat sewqkirin.

    Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di ceribandinan de S-400 10 moşek bi serkeftî îmha kirin.

    5 hezar çek ji bo artêşê dê were standin

    Ji aliyê din ve Komutanê Bejayî yê Rûsyayê General Oleg Salyukov destnîşan kir ku hetanî sala 2020an dê 5 hezar çek û amûrên çekî bistînin.

    Salyukov di axaftina xwe de got, em ê ji bo hêza bejayî 5 hezar yên nû û 6 hezar jî wesayîtên şerî yên nûjenkirî û çekan bistînin. Her wiha 14 hezar wesayîtên bi motor yên nûjen jî dê werin peydekirin. Di sala 2016an de em ê sîstema parastina moşekên Buk-M3 yên hewayî jî sewqî hêza bejayî bikin.

    Bi heman mijarî:

    ‘Amerîkayê li Rojhilata Navîn rola xwe ji dest xist, Rûsya di wextê xwe de derkete sahnê'
    TAYBET - Serokwezîrê Cizîrê: Dijminê me û Rûsyayê yek e
    Rûsya: Em amade ne navbeynkariya Îran û Siûdî bikin
    Rûsya, artêşa xwe gelekî bi hêz kir
    Rûsya, di hilberîna petrolê de rekor şikand
    Etîketan:
    Wezareta Parastinê ya Rûsyayê, Oleg Salyukov, Moskova, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de