00:30 27 Gulan 2018
Kremlîn, Moskova, Rûsya

Rûsya: Em amade ne navbeynkariya Îran û Siûdî bikin

© Fotolia / / vesta48
Rûsya
Lînkê kurt
0 01

Berpirsekî paye bilind yê Wezareta Derve ya Rûsyayê ragihand ku ji bo dawî anîna gengeşiya Îran û Siûdî em dikarin navbeynkariyê bikin.

Moskova — Berpirsekî paye bilind yê Wezareta Derve ya Rûsyayê ragihand ku ji bo dawî anîna gengeşiya Îran û Siûdî em dikarin navbeynkariyê bikin.

Piştî ku Erebîstana Siûdî rêberê şie Ayetullah Nemir Baqir el Nemir îdam kir têkiliyên Îran û Siûdî xerabûn. Ji bo ku îraniyan êrişî nûneriyên dîplomatîk yên Siûdî kirin, Riyadê jî biryara qutkirina pêwendiyên dîplomatîk dabû.

Berpirsê Wezareta Derve ya Rûsyayê ji ajansa RİA Novostoyê re ragihand Moskova, ji gengeşiya Erebîstana Siûdî û Îranê gelekî zemgîn e.

Berpirs wezaretê di berdewamiya axaftina xwe de got, ji bo dawî anîna gengeşiyê em amade ne din ava wan de navbeynkariyê bikin. Divê herdu welat jî ji bo çareseriya pirsgirêka Sûriyeyê di civînên navneteweyî de cih bigrin û vê helwesta xwe bidomînin.

Bi heman mijarî:

Rûsya, artêşa xwe gelekî bi hêz kir
Li baregeha leşkerî ya Hindistanê dengê teqîna
Gelê Rûsyayê ji bo pîrozkirina sala nû daketin kolanan
Peyama sersalê ya Pûtîn ji bo gelê Rûsyayê
Nêzîkî balyozxaneya Rûsyayê teqîn!
Etîketan:
Wezareta Derve ya Rûsyayê, Moskova, Rûsya
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de