08:15 19 Cotmeh 2017
Zindî
    Frants Klîntsevîç

    Senatorê Rûsyayê: ‘Heyraniya Erdogan a ji bo Hîtler eşkere bû’

    © Foto: RIA Novosti/Valeriy Levitin
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 2310

    Senatorê Rûsyayê Klîntsevîç derbarê axaftineke Serokomarê Tirkiyayê de daxuyand ku heyraniya Erdogan a ji bo Hîtler derketiye holê.

    Moskova – Serokaomarê Tirkiyayê Recep Tayyip Erdogan di axaftineke xwe de qala dewleta uniter kiribû, ji bo pergala serokatiyê wê demê têgiha ‘Almanyaya Hîtler’ bi kar anîbû û li ser vê yekê rayedarên Rûsyayê bertek nîşan dabûn.

    Cîgirê Serokê Komîteya Parastin û Ewlehiyê ya Konseya Federasyona Rûsyayê Frants Klîntsevîç derbarê vê helwesta Erdogan de wiha got: ‘Erdogan ketiye rewşa şaşîtiya Freud. Bi ihtimaleke mezin xwestiye ku ramana xwe bi formuleke cuda pêşkêş bike; lêbelê heyraniya wî ya veşartî ya ji bo Hîtler bi ser ket û eşkere bû.’

    Senatorê Rûsyayê got: 'Me bihîst û gotina wî bi me ecêb nehat. Berdevkên Serokomariyê dixwazin dewsa vê eybê pîne bikin û wateyeke nû bidin gotineke belavbûyî. Mixabin kesek qîma bi van hewldanên badilhewa nayîne.’

    Bi heman mijarî:

    Sala 2016an li Moskovayê bi şahiyên curbicur hate pîrozkirin
    Gelê Rûsyayê ji bo pîrozkirina sala nû daketin kolanan
    Li Cizîrê 2 welatî bi giranî birîndar bûn
    Her du komkujên DAIŞê yên li Enqereyê desteserkirî şandin girtîgehê
    Yuksekdag: Daxwaznameyên me li hundir in. De werin meydanê!
    Çarenivîsa 2500 êzidiyên Şengalê ne diyar e
    Etîketan:
    heyraniya veşartî ya ji bo Hîtler, rewşa şaşîtiya Freud, rayedarên Rûsyayê, Almanyaya Hîtler, pergala serokatiyê, Komîteya Parastin û Ewlehiyê ya Konseya Federasyona Rûsyayê, Frants Klîntsevîç, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de