23:09 20 Cotmeh 2017
Zindî
    Moskova, Rûsya

    PANORAMA 2015 - Rûsya, rojhilata navîn û cihan

    © Sputnik/ / Alexander Vilf
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 11211

    Panaromaya 2015an ya Rûsyayê bi Rojhilata Navîn û bi cihanê re.

    RÊBENDAN 2015

    Pûtîn sala 2015an li gelê Rûsya û cihanê pîroz kir

    Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn sala 2015an li gelê Rûsya û cihanê pîroz kir.

    Vladimîr Pûtîn
    © Sputnik/ Sergey Guneev
    Vladimîr Pûtîn

    Pûtîn, dostên hêja

    Vaye saleke nû din jî hat. Bi hestên herî xurt dema pêşwazî kirina xizm û dostan û dema spaskirina ji bo têgihiştin, ewlehî û sebra wan hat. Qencî û hezkirin çikas hebe em jî dê hewkas bi ewle û bi hêz bin. Cejna we pîroz be!

    Sersala We pîroz be!

    Pûtîn sala 2015an sala wêjeyê îlan kir

    Sembolên Rûsyayê yên 2015an: Puşkîn Gogol û Ahmetdova

    Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn sala 2015an wekî sala wêjeyê îlan kir. Li gorî logoya wêjeya ajansa pêwendî û çapemenî ya Rûsyayê sembolên wêjeyên yê sala 2015an dê Aleksandr Puşkîn, Nîkolay Gogol û Anna Amedova bin.

    Serokê Venezûellayê serdana Rûsyayê kir

    Serokê Venezûllayê Nîkolas Maduro serdana Rûsyayê kir û bi Pûtîn re hevdîtinek kir. Di mijara hevdîtina herdu serokan de enerjî, bazirganî û projeyên hevpar hebûn.

    Pûtîn piştî hevdîtinê daxuyaniyek da û got, ez dixwazim bêjim ku Venezûalla hevalbendekî Rûsyayê yê li Latîn Amerîkayê yê herî girîng e. Her wiha Maduro jî got, hatina min ya Rûsyayê ji xeyrî projeyên hevpar ku em bi hev re dimeşînin, me li ser aramiya kaneyên xwezayî jî li hev kir.

    Robotê şer yê rûsî bi Pûtîn û bi cihanê hate nasandin

    Pûtîn serdana enstîtuya parastinê a Rûsya ya Toçmaşê kir û di serdana wî de robotê şer, cil û bergên leşkerî, çek û amûrên nû yên ku nû hatibûn dîzaynkirin bi Pûtîn û cihanê dane nasandin.

    Robotê şer yê rûsî
    © Sputnik/
    Robotê şer yê rûsî

    Robotê wek însanî bi demançe yê 5 gule berdan û piştî ku gule li hedefe da, bi motora çar tekel li polîgonê çend tur avêtin. Robot bi saya sensorên di mil û lingê xwe de hereket dike.

    Misilmanên rûsî: Em ji Pêxemberê xwe hez dikin

    Misilmanên Rûsyayê li hemberî karîkatura Hezretî Mihemed ku kovara Charlie Hebdo ya fransî par vekiribû çalakiyeke protestoyê li dar xistin. Ji 800 hezarî bêtir însan tevlî protestoya bajarê Groznî bûn û hemû yan gotin ‘ez ji Hezretî Mihemed hezdidkim'.

    Ji her aliyê Rûsyayê, Çeçenîstan, komarên Kafkasyeya bakûr û gelek mêvanên ku ji derveyê welat hatibûn tevlî meşa protestoyê bû.

    Misilmanên Rûsyayê
    © Sputnik/
    Misilmanên Rûsyayê

    Rûsya bi Îranê peymana hevkariya leşkeri Îmze kir

    Rûsyayê, ji bo vesazên Neteweyên Yekbûyî a bernameya atomî ya li ser Îranê îxraca çekan kêm kir, lê Rûsya bi Îranê re peymana hevkariya leşkeri îmze kir.

    Wezîrê Parastinê yê Rûsyayê Sergey Şoygu piştî 15 salan cara yekemîn serdaneke fermî bo Îranê kir û bi hevkarê xwe Hiseyn Dehkan re hat cem hev. Herdu wezîran ji bo pêşxistina pêwendiyan, ewlehîya navneteweyî û ji bo aramî û hevkariya leşkerî peymanek îmze kirin.

    Pûtîn peyama sersaxiyê da Erebîstana Siûdî

    Serokê Rûsyayê, ji bo mirina Qralê Erebîstana Siûdî Abdullah bîn Abdulazîz peyameke sersaxiyê weşand. Pûtîn di peyama xwe de got, mirina Qral Abdullah ji bo Siûdî û gelê windayiyeke mezin e. Qralê ku mir kesekî bi xîret, siyasetmedar û di qada navneteweyî xwediyê rêz û hûrmetê bû.

    Her wiha Pûtîn, ji bo Qralê nû Selman bîn Abdulazîz jî got hevî dikim qraltiya wî xizmeta aramiya herêmê bike û welatê Siûdî bi pêş bixe.

    Rûsya, nokava 3yemîn jî şand Vîetnamê

    Nokavên ku Vîetnamê ji Rûsyayê xwestibû nokava Varşavyankaya 3yemîn gihîşt baregeha Cam Ranhê. Fîloya Vîetnamê navên Hanoî û Ho Chî Minh li herdu nokavan kir. Li gorî plansaziyê hetanî sala 2016an hemû nokavên ku Vîetnamê ji Rûsyayê standinê dê werin teslîm kirin.

    SIBAT

    Kremlîn ji bo perwerdeyê bangî leşkerên danhevî kir

    Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn, leşkerên danhevî yên ku bi artêşa rûsî ve girêdayîne ji b odu mehên perwerdeyê bangî wan kir. Li Rûsyayê her sal leşkerên danhevî li Hêza Çekdar ya Rûsyayê, Wezareta Navxweyî û li dezgehên ewlehî yên dewletê du mehan dikevin perwerdeyê.

    Leşkerên Artêşa Rûsyayê
    © Sputnik/
    Leşkerên Artêşa Rûsyayê

    Rûsya li hemberî mueyîdeyan, kaneyên xwe zêr zêde kir

    Rûsya li hemberî îhtîmala dewletên rojava ku bi sedema krîza Ûkraynayê mueyîdeyên bîne kerîn û hilberîna zêr zêde kir. Banka Navendî ya Rûsyayê sala borî 152 ton zê kerîn. Ev reqem di dîroka Rûsyayê de reqema herî zêde ye.

    Serkeftina Gazpromê ya dadgehê

    Şirketa xaza xwezayî ya Rûsyayê Gazprom doza ku Moncrief Oil Internationala amerîkî bi buhayê 1,37 milyar dolarî vekiribû qezenç kir. Derket holê delîlên ku şirketa amerîkî peşkêşî dadgehê kirine sexte ne. Her wiha berpirsê beşa aborî ya şirketa Moncrief Oil Internationalê jî li xwe mikur hat ku delil sexte ne.

    Pûtîn: Em dikarin bersiva hemû êrişan bidin

    Pûtîn, 23ê Sibatê di konsera Roja Parastina Welat axivî û got, bila tu kes xeyala ku Rûsya serî bitewîne neke, her dem û her dewrê em dikarin bersiva êrişên derve bidin. Leşkerên me mêr, bi biryar û profesyonel in û her tim amade van tehdîdan ber alî bikin.

    Artêşa Rûsyayê
    © Sputnik/
    Artêşa Rûsyayê

    ADAR

    Rûsyayê, Yanukovîç îadeyî Ûkraynayê nekir.

    Serdozgerê Rûsyayê Yuriy Çayka, daxwaza Ûkraynayê red kir û Serokê Dewleta Ûkrayna yê berê Vîktor Yanukovîç îade nekir. Çayka, daxwaza Yanukovîç ji terefê Kîevê biryar û motîfêke siyasî ye û em ê vê tucarî bi cih neynin.

    Kremlînê pêşwaziya Matteo Renzî kir

    Pûtîn, di hevdîtina Serokwezîrê Îtalya Matteo Renzî destnîşan kir ku helwesta Rûsyayê di krîza Libyayê de diyar e û dixwaze pirsgirêk bi aştiyane çareser bibe û em piştgiriya navbeynkariya Netewên Yekbûyî ji bo aştiyê dikin.

    Ji hevdîtina Pûtîn û Lukaşenko biryarên girîng derketin

    Di civîna Pûtîn û Serokê Belarûsê Aleksandr Lukaşenko biryarên girîng girtin û di nav wan de ji bo budçeye hevpar ya 2015an de 5 milyar ruble ji bo 36 projeyên hevpar hat fînanse kirin û di teknolojiya pêşketî piştgiriya dewletê hat berdewam kirin.

    Pûtîn: Em nikarin gelê Kirimê tenê bihêlin

    Pûtîn, piştgiriya gelê Kirimê kir û got em nikarin wan tenê bihêlin. Ji xwedî derketina wî gelî pê ve tu çareyeke me tunebû, tiştê hewce çibû me ew kir û me Kirim bi Rûsyayê ve girêda. Û li gorî anketeke veşartî hemû gelê Kirimê dixwest bi Rûsyayê ve were girêdan.

    Rûsya, di îxrackirina çekan de bû 2yemîn

    Şirketa şêwirmendî a navneteweyî ya Amerîkayê IHSê ragihand ku di sala 2014an de piştî Amerîkayê dewleta herî zêde ku çek îxrac kirin Rûsyaye. Di sala 2014an de Rûsyayê bi 10 milyar dolar çek îxrac kir. Li IHSê îdia kir ku ji bo sala 2015an ev tablo wiha namîne.

    Pûtîn, ji bo Zîrweya Astanayê çû Qazakîstanê

    Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn, ji bo zîrweya sêalî ya bi Serokê Dewleta Qazakîstanê Nursultan Nazarbayev û Serokê Belarûsê Aleksandr Lukaşenko were cem çû paytextê Qazakîstan Astanayê.

    Vladimîr Pûtîn û Nursultan Nazarbayev
    © Sputnik/
    Vladimîr Pûtîn û Nursultan Nazarbayev

    NÎSAN

    Rûsya bang li desthilata Ûkraynê kir ku çavdêrên ewropî teftîş bike

    Wezareta Derve ya Rûsyayê roja duşemê ragihand ku Moskow ji teftîşa ne qanûnî ya hêzên Ûkraynê ji çavdêrên Rêxistina Ewledarî û Hevkariyê li Ewropayê (REHE) re li Donbasê pir aciz e. Di raporta misyona taybet ya REHE de li Ûkraynê tê destnîşankirin ku ew her tim ditirsin ku otomobîl, belgename û nasnamên çavdêrên REHE ji aliyê hêzên leşkerî yên Ûkraynê bên teftîşkirin.

    Rûsya ji bo tekoşîna dijî DAIŞê çek dan Iraq û Sûriyeyê

    Rûsya eşkere kir ku ew çek û teqemeniyan dane Iraq û Sûriyê jibo wan di şerê li dijî DAIŞê de bikarbînin.

    Wezîrê derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov di daxuyaniyekê de rêxistina DAIŞê wek gefeke rasterast li ser ewlekariya Rûsyayê da nîşandan û got ku welatê wî wek alîkariyekê di şerê li dijî DAIŞê de, çekan dide Iraq û Sûriyê. Lê wî curê wan çekan eşkere nekir.

    Kurdên Rûsyayê xwe ji asîmlasyonê çawa diparêzin?

    Serokê yek ji wan otonomiyan Îşxan Anqosî dibêje, li Rûsyayê mafê ku dane me, li welata me yê dîrokî, li herêmên Kurdistanê nadin kurdan.

    Di bernameya `Dûrî ji welêt` de vê carê Îşxanê Aslan Anqosî — serokê Otonomiya Çandî ya kurdên wîlayeta Krasnodarê ya Rûsyayê mêvanê Kulîlka Neço ye.

    Îşxan Anqosî, ku yek ji karemndên radyo Erîwanê bûye, di sohbeta xwe de behsa xweşî û razîbûna rewşa kurdan ya sovyeta berê kir.

     Îşxan Anqosî
    © Sputnik/
    Îşxan Anqosî

    Spûtnîkê malpera bi zimanê kurdî vekir

    Ajansa Nûçeyan Spûtnîk dest bi portala înformasyonî ya bi zimanê kurdî kir. Malpera nû ya bi navnîşana krd.sputniknews.com wê nêrînên cuda yên li ser mijarên aktûel ên navneteweyî biweşîne.

    Ji bikarhênêrên portala nû re wê her weha formata nûçeyan a înternet-radyoyê jî bête raberkirin. Malperên Spûtnîkê yên wêneya cîhana pircemser vedibeyînin, ji bo girseyên li ser hevberîkirina koma nêrînên alternatîv balkêş, hatine sêwirandin.

    Portala bi zimanê kurdî wê di nav malperên înformasyonî yên bi zimanên ingilîzî, fransî, sirbî, portûgalî, erebî, hindî, polonî, îtalî, çekî, vîetnamî, japonî, koreyî, farsî, ûrdî, darî, pûştî, almanî, spanî, çînî, tirkî, kirgizî û abxazî de cihê xwe bigire.

    GULAN

    Li Moskowa civîna bi mijara Kurdistan

    Saziyên Kurd ên li Rûsya xebatan dimeşînin, bi armanca nirxandina peşveçûnên siyasî yên li Rojhilata Navîn û Kurdistanê civîneke çapemeniyyê li dar xistin.

    Ligel TV û rojnamevanên navdar ên Rûsya gelek akademîsyen û rewşenbîr jî di civînê de amade bûn.

    Bogdanov: Em dixwazin pêwendiyên me û Hewlêrê baştir bibin

    Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsyayê Mîxaîl Bogdanov ragihand ku Rûsya dixwaze pêwendiyên Moskova û Herêma Kurdistanê xweştir û bihêztir bibin. Qesta min ji wê serdanê ew bû ku nêrîna rayedarên Kurdistanê li ser rewşa Iraqê, kirîza Sûriyê û welatên derdorê bizanim.

    Mihail Bogdanov û desteya Herêma Kurdistanê
    © Foto:
    Mihail Bogdanov û desteya Herêma Kurdistanê

    Rûsya û Çîn destbi sazkirina teknolojiya gerdûnî ya yekbûyî kirin

    Çavkaniyek ji pişekariya gerdûnî ragihand ku Rûsya û Çîn destbi sazkirna teknolojiya gerdûnî ya yekbûyî ji bo alavên firîna ser hîvê kirin. Destpêkê biryar hatiye stendin ku pirsên di warê alavê firînê de bên şirovekirin û jibo li ser lihevkirinê bên pêşkêşkirin. Jibo rabûna bi vî karê grûpek dualî ya taybet hatiye sazkirin.

    Cîgirê serokwezîrê Rûsyayê Dmîtrî Rogozîn di dema serdana xwe ya ji Çînê re ragihand ku aliyê Rûsyayê amadeye ku jibo pêkanîna projên gerdûnî, bikaranîna hevbeş ya gerdûna dûr û sîstêma Rokê, Heyvê û Marsê, bi dostên xwe yên Çînê re mil bi mil tevgerê bikin.

    Rûsiya bi 4 milyar dolar çek dane Iraqê

    Beşek ji serdana Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî bo Rûsiya bi dest xistina çekan e ku berî niha her du welat li ser vê yekê rêkeftibûn.

    Li gorî ragihandinên ajansên Tirkiyê, di sala 2013an de ya di navbera Iraq û Rûsiya, Rûsiya wê bi bihayê 4 milyar dolar çekan bide Hikûmeta Iraqê, di heman demê de Şirketa Rûsî (HPSC) ragihand ku wê 48 moşekên curê (PANTSIR-S1) bide Bexdayê.

    Her wiha şirketa navborî ragihand ku berî niha jî wê 36 firokeyên kobter curê (MI-28NE) radestî Bexda kirine.

    Rêberê Çînê serdaneke fermî bo Rûsyayê kir

    Serokê Çînê Si Tzinpin serdaneke fermî bo Rûsyayê kir.Tzinpin di vê serdana xwe de wê gotebêjan bi serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn û serokwezîr Dmîtrî Medvedev re bike, her weha wê yek ji mêvanên sereke yên pêşana li Meydana Sor ya jibo xatirê 70 saliya Serkeftinê be.

    Si Tzinpin û xanima wî
    © Sputnik/
    Si Tzinpin û xanima wî

    Wek tê çavrêkirin, Rûsya û Çîn di vê serdanê de wê çend rêkeftinan di warê enerjî, esmangerî, gerdûn û darayî de imzebikin.

    15 saliya desthilata serokê Rûsyayê Pûtîn

    7 Gulanê 15 sal di ser desthilata serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn re derbas bûn. Siyasetmeder û parlamenter destnîşan dikin ku di nav sê salên serokatiya Pûtîn ya niha de ew rastî zehmetiyên mezin hat, lê di siyaseta derve de xwe girtî bû û ji siyaseta xwe ya civakî re dil soz bû. Ew dûr nabînin ku Pûtîn di sala 2018-an de dîsa xwe ji bo postê serokatî hilbijêr e.

    HEZÎRAN

    Rûsya ji sedî 5,92ê banka Asyayê wergirt

    Ajansa RIA Novostî spart ajansa çînî ya `Sinhua` û ragihand ku Rûsya wê xwediyê ji sedî 5,92 dengên Banka Asyayê ya Binesaziya vebêrdêriyê (BABV) be.

    Di rêûresmê morkirina belgenama bingehî ya derbarê sazkirna BABV de 57 welat beşdarbûn. Rûsya bi vî awayî, bû sêyemîn piştî Çîn û Hindistanê, di banka Asyayê de cih girt. Çîn ji sedî 26,6 û Hindistan 7,5 wergirtin.

    Pûtîn vexwendina Erebistana Siûdiyê qebûl kir

    Serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn, li Peterbûrgê di çarçova 19-mîn Forûma Navnetewî ya Aborî de hevdîtin bi cîgirê cîgirê padîşahê Erebistana Siûdiyê, wezîrê berevanî yê vî welatî Muhammed bin Selman re kir.

    Serokê Rûsyayê di vê hevdîtinê de vexwendina padîşahê Erebistana Siûdiyê Selman bin Abdul Azîz jibo serdana Rûsyayê bike, dûpatkir. Her wiha, Pûtîn ragihand ku ew ji aliyê xwe wê derfeta vexwendina padîşahê Erebistana Siûdî jibo serdana wî welatî bike bikarbîne.

    Vladimîr Pûtîn û Qral Selman
    © Sputnik/
    Vladimîr Pûtîn û Qral Selman

    Miftî Abyasov: Li Rûsyayê nêzîkî 8 hezar mizgeft hatine vekirin

    Cîgirê Serokê Civata Miftiyên Rûsyayê Ruşan Abyasov di konferansekî rojnemevanî de ji Ajansa Navnetewî a Nûçeyan `Rûsya îroyî` ragihand ku, sala 1991 li Rûsyayê tenê 100 mizgeft hebûn. Niha nêzîkî 8 hezar mizgeft çêbûne. Ev hemû di 20-25 salên dawîn de, dema me azadiya olî wergirt, hatine avakirin.

    Pûtîn di helkeftina Roja Rûsyayê de xelatên dewletê pêşkêş kirin

    Serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn di helkeftina Roja Rûsyayê de wek kevneşopî, li Kremlinê xelatên dewletê jibo xatirê bidestxistinên mezin yên di ware zanistî û teknolojî, wêjenas û hunerê de, her wiha di ware çalakiyên mirovayî de pêşkêş kirin. Xelata dewletê wek bilindtirîn danpêdan bi xedematên kesayetiyên zanist û çandî li welêt tê hesibandin.

     Merasîma xelat dayîna Vladimîr Pûtîn bo Sergey Lavrov
    © Sputnik/
    Merasîma xelat dayîna Vladimîr Pûtîn bo Sergey Lavrov

    Pûtîn serdana Îtalyayê kir

    Serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn bi serdanek fermî çû Îtalyayê. Pûtîn li wir serdana pêşangeha navdewletî û hevdîtinê bi papa re kir. Pûtîn di vê serdana xwe de serdana Pêşangeha Cîhanî `Ekspo-2015` jî kir û bi serokwezîrê Îtalyayê Matteo Renti re pênasînê bi pavilionên rûsî û îtalî re rêkeftin kirin.

    Yekemîn forûma parlamentoyên BRIKSê li Moskovayê hat kirin

    Yekemîn forûma parlamentoyên BRIKSê roja duşemê li Moskovayê hat kirin. Beşdarên civînê pirsên aborî, çareseriya konfilîktên ku gefa li aramî û ewledariya herêmên cîhanê yên cuda dixwin, her wiha derfeta sazkirna asamblê parlamentoyên welatên-beşdarên rêxistinê giftûgo kirin.

    BRIKS-komelak ne fermî ye û ji Brazîl, Rûsya Federal, Hindistan, Çîn û Afrîqya başûr pêktê. Forûma parlamentoyan yekemîn car di dîroka BRIKS de hat lidarxistin.

    Serokê Dewletên endamê BRIKSê
    © Sputnik/
    Serokê Dewletên endamê BRIKSê

    TÎRMEH

    Rûsya çek nedana Pêşmerge û şervanên kurd eşkere kir

    Rûsyayê eşkere kir ku jiber ku Pêşmerge ne hêzeke `fermî` ye, ew nikarin çekan bidin wan û arasta me tenê dewleta Iraqê re ye. Bêtir ji salekê heye ku hêzên kurd, li Herêma Kurdistanê û li Iraqê, çi jî li Sûriye û Rojava, şerê çekdarên DAIŞê dikin û gelek welatên mezin ên cîhanê, bi taybet, Amerîka, Almanya û Fransayê alîkarî dan wan, lê Rûsyayê tu çek û alîkariyeke leşkerî neda hêzên kurd.

    Puşkov: Rûsya tevlî hevpeymana dijî DAIŞê nebe

    Serokê Momîta têkilyên Derve yê Parlamentoyê Rûsyayê Aleksey Puşkov di konfêransekî rojnemevanî de li avahiya Ajansa Navnetewî a Nûçeyan` Rûsya Îroyî` ragihand ku ne pêwîste Rûsya tevlî hevpeymaniya dijî DAÎŞê bibe, jiber ew tekoşînek biker û rasteqîn bi çekdarên DAIŞê re nake.

    Rûsya biryara NY ya derbarê jenosida li Srebrenitsayê red kir

    Moskova, dijî biryara Neteweyên Yekbûyî (NY) ya derbarê komkujiya li Srebrenitsê mafê vîto bikaranî.

    10 endamên NY belgenama ku ji aliyê Brîtanyayê ve hatibû pêşniyarkirin, qebûlkirin, 4 welat (Çîn, Nîgerya, Angola û Venezûela) bê deng man

    Netewên Yekbûyî (NY)
    © Sputnik/ Dmitriy Astahov
    Netewên Yekbûyî (NY)

    TEBAX

    Rûsya, li pêşangeha navneteweyî nûjentirîn firoka bê mirov pêşkêş kir

    Rûsya, li pêşangeha navneteweyî ya firokên bê mirov, firoka bi navê ‘Çirok' pêşkêş kir. Firoka pir armanc `Çirok` ji aliyê kompaniya me û istîtûya lêkolînên zanistî ya Moskovayê ve hat sazkirin. Ev firoke li cîhanê bêhempa ye. Bikêmanî, em nizanin ku tu-firokên wisa li deverek din hene an na. Taybetmendiyek vê firokê heye ku ew ne li ser tekeran, lê li ser balîfên hewayî ye.

    Pûtîn li Sivistopolê serdana koleja şagirtên leşker kir

    Serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn di çarçoveya serdana xwe ya Sivistopolê de serdana avahiya Malahav Kurgan û kollêja şagirtên leşker kir û bi hêzên Qirimê re jî civiya.

    Lavrov li Moskovayê pêşwaziya hevkarê xwe yê Siûdiyê kir

    Wezîrê Derve yê Rûsya Sergey Lavrov û hevkarê wî Adel al-Cubeyr li Moskovayê duyemîn hevdîtin kirin.

    Lavrov û Adel al-Cubeyr li paytexta Qatarê Dohê gotebêjên sêalî bi beşdariya wezîrê karên derve yê Amerîkayê John Kerry hevdîtin pêkanîn û bi awakî sereke rêyên jibo çareseriya krîza li Sûriyê giftûgokirin.

    Mariya Zaxorova, wekî berpirsa çapemeniya Wezareta Derve ya Rûsyayê hat destnîşankirin

    Zaxarova yekemîn jin li Rûsyayê ye ku ji bo vî postî tê destnîşankirin. Li rûpela wê ya Facbookê bêtir ji 22 hezar name hatine nivîsandin. Mariya Zaxarova ji mêj ve bi Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov di çûn û hatinên wî yên derve de dikir û her wiha beşdarî gengêşiyên televîzyoan dibe û di ajansên çapemeniyê de dinivîse.

    ÎLON

    Pûtîn serkeftina Çîne ya dîrokî pîroz kir

    Ji bo ku di Şerê Duyemîn ê Cîhanê de li hemberî Japonyayê serkeftin bi dest xistibû, dewleta Çînê di heftêyemîn salvegera wê rojê de rê û resmeke herî mezin a dîroka xwe li dar xist.

    Di vê rê û resma pîrozbahiyê ya ku caran pêşîn tiştên balkêş tê de derketin pêş de Serokê Rûsyayê Pûtin jî amade bû û roja serkeftina Çînê pîroz kir. Serokê Çînê Şî got, m hewl nadin ku li ser rûyê cîhanê hegemonyayekê ferz bikin' û ragihand ku ew ê hejmara leşkerên xwe jî daxînin.

    Vladimîr Pûtîn serkeftina Çînê ya dîrokê pîroz kir
    © Sputnik/
    Vladimîr Pûtîn serkeftina Çînê ya dîrokê pîroz kir

    Pûtîn, Merkel, Poroşenko û Hollande li ser Ûkraynayê axivîn

    Li Ûkraynayê, ji îlonê û vir ve agirbest di meriyetê de ye. Serokên Almanya, Fransa, Rûsya û Ûkraynayê, bi rêya telefonê demeke dirêj li ser mijarê axivîn.

    Rûsya, li cihanê hêza duyem e

    Li gorî lîsteya Global Firepowerê, artêşên hêzdar ên 2015an, Rûsya di rêza duyemîn û Tirkiye jî di rêza dehemîn de cih girt.

    Rûsya — Global Firepower her sal 50 artêşên guhêrbar hisab dike. Li gorî sala 2015an Amerîka yekemîn, Rûsya duyemîn û Çîn jî bû sêyemîn. Tirkiye jî kete nav rêza jor û pênasê hêza cîhanî bi dest xist.

    Çekên Rûsyayê
    © Sputnik/
    Çekên Rûsyayê

    Rûsya: Bêyî Esad tu welat nikare DAIŞê têk bibe

    Serokê Dewleta Rûsyayê Vladîmîr Putin siyaseta welatê xwe ji bo alîkariya hikûmeta Sûriyê parast û ragihand ku bêyî piştgiriya hikûmeta Sûriyê tu welat nikare DAIŞê têk bibe.

    Lavrov: Amerîka bi çeperên DAIŞê dizane lê li wan nade

    Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov, Amerîka cihên çeper û sengerên DAIŞê dizane lê li wan nade. Amerîka yan ev opozîsyon bê hizr avakirin yan jî vê mekanizmayê ji bo armancên xwe bikartînin û li dijî DAIŞê tekoşînê nadin.

    Camiya Moskovayê ji terefê Pûtîn û Erdogan ve hat vekirin

    ​Camiya Moskovayê ku lî Ewropayê herî mezîn e, bi beşdarbûna Serokê Tirkiyeyê Erdogan û Serokê Rûsyayê Pûtin ve hat vekirin. Camiya mezin ya Rûsyayê piştî xebata 7 bi beşdarbûna Erdogan, Serokê Filîstînê Mahmûd Abbas, Serokê Kazakistanê Nûrsultan Nazarbayev û bi tevlîbûna Serokê Rûsyayê Vladimir Pûtîn li Moskovayê hat vekirin.

    Pûtîn, pêşwaziya Netanyahu kir û got em ê li Rojhilata Navîn bi mesûliyet tevbigerin

    Serokwezîrê Îsraîlê Benjamîn Netanyahu serdana Serokê Rûsyayê Vladimir Pûtîn kir.Serokê Rûsyayê Pûtîn, polîtîkaya welatê me ya li Rojhilata Navîn dê ji bo Îsraîlê nebe cihê metirsiyê.

    Netanyahu, ji bo arikariyên leşkerî ku Rûsyayê ji Sûriyeyê re şandibûn serdana Moskovayê kir û di hevdîtina bi Pûtîn re de got, çekên ku ji bo Sûriyayê hatine şandin, divê nekevin destê Hizbullahê û rêxistinên terorîst.

    Parlamentoya Rûsyayê ji operasyona Sûriyeyê erê kir.

    Berdevkê Kremlînê Dmîtriy Peskov, armanca Rûsyayê li Sûriyeyê li dijî terorîzmê tekoşînê bide ye.

    Parlamentoya Rûsyayê
    © Sputnik/
    Parlamentoya Rûsyayê

    Balyozê Rûsya yê Enqerê İgor Mityakov, daxuyaniya da ajansa RİA Novostî û got, Moskova ji bo êrişa hewayî li Sûriyeyê li dijî terorîzmê bi awayek fermî, Tirkiye agahdar kir.

    Serokê Komiteya Berevanî a Dumayê ya parlamentoya Rûsyayê Vladimir Komoyedov destnîşankir ku, ew ê li Sûriyeyê di operasyonên hewayî de helikopter û balafiran bi kar bînin.

    COTMEH

    Medvedev: Bi operasyonên Sûriyeyê, em Rûsyayê ji gefxwarina terorîzmê diparêzin

    Serokwezîrê Rûsyayê Dmitriy Medvedev, li şûna ku em di nava sînorên xwe de tekoşînê li dijî terorê bidin, em li Sûriyeyê li hemberî terorîszmê operasyonan dikin û tekoşînê li dijî terorê li derveyê sînor were dayîn çêtir e.

    Lavrov: Di hedefa me de El Nusra û DAIŞ heye

    Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov diyar kir ku Rûsya di operasyonên xwe de DAIŞ û El Nûsrayê hedef digre. Lavrov, me DAIŞ, El Nusra û rêxistinên teror yên dinê li Sûriyeyê kirine hedef û em êrişî wan dikin.

    Mûellîm: Rûsya, li Sûriyê tenê li grûbên terorîst dixe

    Welîd Mûellîm, îdiayên Amerîka derewandin û got, Rûsya li Sûriyeyê tenê li grûbên terorîst dixe. Mûellîm, îdiayên Amerîkayê ku dibêje Rûsya li mixalifan dixe ne rast in. Rûsya di operasyonên xwe yên hewayî de, grûbên wekî DAIŞ, El Nûsra û grûbên ku bi El Qaîdeyê ve têkildarin hedef digre. Amerîka dev ji virê xwe bernade. Ev nûçe qetîyen ne rast in. Erişên hewayî li gorî zanînên îstîxbarî tê kirin.

    Balafirên sûrî û rûsî komên cihadîst bombe kirin

    ​Ajansa Anna a nûçeyan ya Abhazyayê, dîmên balafirên sûrî û rûsî ku li Lezqiyeyê cihadîst bombe kirin kişandin û par vekirin.

    Di dîmênan de êrişa girê Nebî Yunisê ku 15 kîlometro nêzî sînorê Tirkiyeyê ye balê dikşîne. Her wiha di vîdyoyê de balafirên rûsî bi bombeyên FAB-250 û FAB-500î bombeyan bi ser hedefên terorîstan ve dibarî ne.

    Pûtîn, ji bo êrişa Enqereyê peyama sersaxiyê ji Tirkîyeyê re şand

    Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimir Pûtîn, ji bo teqîna Enqereyê peyama sersaxiyê ji Erdogan re şand û di peyama xwe de got, Pûtîn ji bo hemwelatiyên ku di teqîna enqereyê de jiyana xwe ji dest dan peyama sersaxiyê ji Erdogan re şand. Serokê Rûsyayê Pûtîn, ji xizmên kesê kuştî re sersaxî û ji birîndaran re jî şifaya xêrê xwest.

    Rûsya: ji Deryaya Xezerê li DAIŞê da

    Wezîrê Parastinê yê Rûsya Sergey Şoygu diyar kir ku, keştiyên rûsî bi moşekan êrişî hedefên DAIŞê yên Sûriyeyê kirin. Şoygu di derbarê operasyonên Sûriyeyê de agahî dan Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimir Pûtîn û got, ji Derya Xezerê 4 keştiyên rûsî bi 26 moşekan êrişî çeperên DAIŞê kirin.

    Lavrov: Hinek dewlet NY ji bo berjewendiyên xwe yên şexsî bi kar tînin

    Wezîrê Derve yê Rûsyayê Lavrov ji bo hinek dewletan got ku Neteweyên Yekbûyî (NY) ji bo berjewendiyên xwe yên şexsî bi kar tînin. Divê ev yek bi dawî bibe.

    Lavrov di axaftina xwe ya parlamana Rûsyayê de got,' yên ku hêza Neteweyên Yekbûyî ji bo armancên xwe bikartînin divê dawiyê lê bînin û divê ev yek bes bibe.

    Pûtîn pêşwaziyaBeşar Esad kir

    Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimir Pûtîn li Moskovayê pêşwaziya Serokê Sûriyeyê Beşar Esad kir û hevdîtinek pêk anîn.

    ​Pûtîn di hevdîtinê de bal kişand ser xelkê Sûriyeyê û got, di krîza Sûriyeyê de çareseriyek dem dirêj tenê bi rêya diyalog û û siyasetê gengaz e. Di pêvajoya siyasetê de divê hemû hêzên siyasî, etnik û olî tevlî bibin û gotina herî dawî ya xelkê Sûriyeyê ye.

    CNN: Rûsya, li Sûriyeyê rêya ku diçe aştiyê ava dike

    Li gorî analîzeke ku di CNNê de cih digre, Rûsya, Serokê Dewleta Sûriyeyê Beşar Esed ji bo pêvajoyek siyasî bide destpêkirin, dixwaze mixalifên Lazqiyê bertaraf bike. Li gorî analîza CNNê ya Matthew Chance, Serokê Dewleta Rûsya Vladimir Pûtîn û Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov, bi daxuyaniyên xwe rastiyekê dixin holê. Rûsya dixwaze di çareseriya krîza Sûriyeyê de Esed jî tevlî mijarê bike.

    Pûtin: Em li Sûriyê tevlî operasyona bejahiyê nabin

    Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn, diyar kir ku Rûsya li Sûriyê tevî operasyonên bejahiyê nabe.

    Pûtîn ji televizyona Rossiya 24 re axivî û derbarê li Sûriyê tevlêbûna operasyona bejahiyê de got ‘Çi bibe jî em dîsa tiştek wiha nakin. Dostên me yên Sûriyeyê jî vê yekê dizanin.

    Leşkerên Artêşa Rûsyayê
    © Sputnik/
    Leşkerên Artêşa Rûsyayê

    Osetyeya Başûr dixwaze tevlî dewleta Rûsyayê bibe

    Serokomarê Osetyeya Başûr Leonid Tibilov diyarkir ku, Komara Osetya ji bo ku tevlî dewleta Rûsyayê dixwaze referandûmê bike.

    Tibilov, di hevdîtina bi Cîgirê Serokê Dewleta Rûsyayê Vladislav Surkov de destnîşankir ku, rastiya siyaseta roja me ya îro nişan dide, ji bo ku komara me û Rûsya bighîjin hev û gelê me di nava aramî û ewlehiyê de bijîn, pêwistî heye ku em hilbijartina xwe ya dîrokî bikin.

    Rûsya: Em PKKê wekî 'rêxistina teror' nabînin

    Balyozê Rûsyayê yê Enqereyê Andrey Karlov destnîşankir ku, bi PKKê re tu pêwendiyên me tunene lê em PKKê jî wekî rêxistinek terorîstî nabînin. Karlov, hebûna me li Sûriyeyê bi destûra Şamê ye û me heta niha tu alîkariya çekî ji bo PYDê nekiriye.

    Encama 3 hefteyên operasyonên Rûsya li Sûriyeyê: 819 hedefên DAIŞê hatin îmhakirin

    Serokê Daîreya Operasyonên Serekê yê Sererkaniya Rûsyayê Andrey Kartapolov diyar kir ku ji 30yê Îlonê vir ve hêzên hewayî yên Rûsyayê li Sûriyê 819 hedefên DAIŞê îmha kirine û bi van operasyonan hêzên çeteyan hatin şikandin û ji ber vê êrişê çeteyên DAIŞê kom bi kom direvin Tirkiye û Urdunê.

    ​Balafira rêviyan ya rûsî li Misrê hat xistin: 224 mirî

    Balafira şirketa Kogalimaviya rûsî piştî ku ji balafirxaneya Şarm El Şexê rabû li derdora Nîvgirava Sînayê hat xistin. Ji balafira rûsî tu kes ne filitî û muretebat jî di nav de 224 rêviyan jiyana xwe ji dest dan.

    ​Serokê Rûsyayê Pûtîn peyama sersaxiyê da û piştre 1ê Cotmehê weke roja şînê ya neteweyî îlan kir.

    MIJDAR

    Lavrov ji bo civîna çaralî ya Normandiyayê çû Berlînê

    Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov, ji bo civîna çaralî ya Normandiyayê ku krîza Ûkraynayê dawî bikin çû Berlînê. Her wiha wezîrên derve yên Almanya, Frensa û Ûkraynayê jî tevlî civînê Normandiyayê bûn.

    Rûsyayê qanûna beramberiya heyfa bi heyfê pejirand

    Serokê Dewleta Rûsyayê Vladîmir Pûtîn, qanûna ku bikaribe dest deyne ser serweta dewletên biyanî pejirand. Moskova wê bersivê sîmetrîk bide dewletên ewropa ku bi sedemên ne diyar dest datînin ser serwetên Rûsyayê. Qanûna ku ji hêla Vladimîr Pûtîn ve hat îmzekirin, derfeta dest dayîna serwetên biyanî dide.

    Gelê Rûsyayê, Roja Yekîtiya Neteweyî pîroz kir.

    Serokê Dewleta Rûsyayê di sala 2004an de biryar da ku her sal di 4ê Berfanbarê de wekî cejna fermî bê pîrozkirin.

    ​Gelê Rûsyayê Roja Yekîtiya Neteweyî pîroz kir. Li Moskovayê bi beşdarbûna 10 hezaran mîtînga ‘em yek in' de peyamên welatperwerî û piştevaniyê hatin dayîn.

    Rûsyaya ku xwediyê avahiyeke pir netewe û ji bo armanca yek kirina hemû gelan ‘Roja Yekîtiya Netweyî' ku tê pîrozkirin xwediyê dîrokeke kevn e.

    Li başûrê Sûdanê balafira barkêş a rûsî ket

    Li Başûrê Sûdanê balafira barkêş a ku muretebatê wê rûs bûn ket: Balafira barkêş ku ji balafirxaneya paytextê Başûrê Sûdanê Cûbayê rabû, piştî rabûnê bi çend deqîqeyan ket. Di balafirê de 7 rêwî û 5 mûretebatên rûsî hebûn. Ji balafirê tenê 2 kes bi saxîtî filitîn.

    ​Balafira rêviyan ya rûsî li Misrê hat xistin: 224 mirî

    Balafira şirketa Kogalimaviya rûsî piştî ku ji balafirxaneya Şarm El Şexê rabû li derdora Nîvgirava Sînayê hat xistin. Ji balafira rûsî tu kes ne filitî û muretebat jî di nav de 224 rêviyan jiyana xwe ji dest dan.

    Serokê Rûsyayê Pûtîn peyama sersaxiyê da û piştre 1ê Cotmehê weke roja şînê ya neteweyî îlan kir.

    Rûsya, hejmara endamên DAIŞê li sûrî û Iraqê eşkere kir

    Rêvebirê Saziya Asayişa Federal a Rûsya (FSB) Eugene Sysoev got, heta nîvê sala 2015an, hejmara endamên DAIŞê gihîştiye nêzîkî 80 hezar kesî. Eugene Sysoev got: ‘Ji wê hejmarê, 50 hezar çeteyên DAIŞê li Sûriyê ne û 30 hezar endamên din jî li Îraqê ne.'
    Endamên biyanî yên DAIŞê bi taybet ji welatên Fransa, Birîtanya, Almanya, Amerîka, Kanada, Rûsya, Fas û Siûdiyê ne.

    Rûsyayê peymana sîstema parastina moşekên S-300î bi Îranê re îmze kir

    Midurê giştî yê Rostecê a şirketa teknolojiye ya dewleta rûsî Sergey Çemezov ragihand ku, ji bo şandina sîstema parastina moşekên S-300î me peyman bi Îranê re îmze kir.

    Lîderên BRICSê mercên têkbirina terorê û berfirehkirina aboriyê danîn

    Lîderên BRICSê beriya destpêkirina Zirweya G20ê li Antalyayê civîneke nefermî lidarxistin û di encamnameya civînê de êrişa Parîsê ya hovane şermezarkirin û sozê alîkariya Fransayê dan.

    Pûtîn, di zîrweya Antalyayê de bi serokên G-20ê re hevdîtin kirin

    Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn di zîrweya G-20ê ya Antalyayê de bi Serokê Amerîkayê Barak Obama, Serokomarê Fransayê François Hollande, Qralê Erebîstana Siûdî Selman bîn Abdulazîz, Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan û bi gelek serokên G-20ê re hevdîtin kirin.

    Pûtîn: G-20 fînansoriya DAIŞê dike

    Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimir Pûtîn diyar kir ku, DAIŞ ji 40 welatî bêtir alîkariyê distîne û di nava van de endamên G-20ê jî hene. Pûtîn di rûniştina asêkirina Zîrweya G-20ê de axivî û got, DAIŞ ji dewletên derve alîkariya aborî distîne.

    Balafira Su-24a rûsî hat xistin

    Balafira Su-24a rûsî ji terefê jetên Tirkiyeyê ve li sînorê Sûriyeyê bi îdiaya ku ketiye qada hewayî hat xistin.

    ​Pûtîn derbarê xistina balafirê de got, wezîfedarên me canê xwe dixin riskê û li hemberî rêxistinên teror têkoşînê dikin. Pûtîn, hevkarê terorîstan em ji piştê ve xencerkirin

    Pûtîn got, balafira me ji hêla F16yê tirk ve di nav qada Sûrî de bi fuzeyan hat lêxistin. Balafir 4 km dûrî sînorê tirk hate xwarê. Ev bûyer navbera Rûsya û Tirkiyeyê de encamên gelek girîng derxine holê. Tirkiyeyê ji bo bazirganiya xwe ya petrolê ligel rêxistina DAIŞê biparêzê balarifa Rûsyayê xist xwarê.

    BERFENBAR

    Rûsya, li bakûrê Qafqasyayê 180 tetbîqat saz kir

    Herêma Leşkerî ya Başûrê Rûsyayê diyar kir ku di sala 2015an de li bakûrê Qafqasyayê bi çekên giran 180 tetbîqat hatin sazkirin.

    Pûtîn, Konseya Ewlehî ya Rûsyayê civand

    Serokê Federasyona Rûsyayê Vladimir Pûtîn, bi sedema rewşa Sûriyeyê û ziwakirina çavkaniyên aborî yên komên terorîst Konseya Ewlehî ya Rûsyayê li Kremlînê civand.

    Rûsya noqava xwe şand qeraxên Sûriyeyê

    Noqaveke rûsî ku bi moşekên krûz hat arastekirin kete Derya Spî û ji wir jî çû qeraxên Sûriyeyê.

    Di teqîna Moskovayê de 5 kes birîndar bûn

    Li navenda paytextê Rûsya bajarê Moskovayê teqînek çê bû di teqînê de herî kêm 5 kes birîndar bûn. Teqîn di encama bombeyeke vedayî li îstgeheke rawestana rêwiyên otubusê derketiye holê.

    Axaftina çapemenî ya Serokê Rûsyayê

    Axaftina çapemeniyê ya Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn ya salane di kanalên Rossia 1, Rossia 24 û ORTê de zindî hat weşandin.

    ​Rekora civînên dawiya salê bi 4 saet û 40 deqiqeyî û bi 106 pirsî aîdî Pûtîn e. Pûtîn sala par jî bi piranî pirsên têkiliyên dewletên rojava û aboriya welat re têkildar 53 pirs di 3 saet û 10 deqiqeyan de bersivandi bû.

    Li gorî kovara TIME Pûtîn ‘mirovê salê' ye

    Serokê Federasyona Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn di anketa kevneşopî ya kovara TIME de wekî ‘mirovê salê' hate hilbijartin. Ji bo têkoşîna wî ya li dijî DAIŞê, kovara TIME di nav lîsteya 8 kesî ya ‘mirovê salê' de navê Pûtîn jî kişand.

    Moskovayê ji bo deynê Kîevê heta sere salê molet da

    Wezareta Fînansê ya Rûsyayê, ji bo 3 milyar deynê Ûkraynayê heta sere salê molet da, deynê xwe nede em ê dozê vekin.

    Hêzên Rûsyayê 1200 tankerên petrolê yê DAIŞê îmha kirin

    Sererkaniya Rûsyayê Rudskoy, li Sûriyê 1200 tankerên tije petrol yên DAIŞê hatine îmhakirin.

    Pûtîn pêşwaziya John Kerry kir

    Serokê Federasyona Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn li Moskovayê pêşwaziya Wezîrê Derve yê Amerîkayê John Kerry kir. Pûtîn, Rûsya û Amerîka li ser mijarên herî krîtîk karekî hevpar dikin.

    Medvedev bi serdaneke fermî çû Çînê

    Medvedev di vê serdana xwe ya Çînê de peymanên milyar dolar kirin û di nava van peymanan de projeya Yamal LNG ku Fona Rêya Hewreşîma Çînî jî têdeye û peymaneke herdu hikumeta ku ji sedî 9,9 jî heye.

    Pûtîn di Meclîsa Federal de axivî

    Axaftina Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimir Pûtîn li Meclîsa Federal li salona Georgiyevskiyê zêdetirî 500 rojnamevanên rûsî û biyanî şopandin. Pûtîn di axaftina meclîsê de gelek peyamên girîng dan.

    Lavrov li Moskovayê pêşwaziya Demîrtaş û şanda pê re kir

    Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov li Moskovayê pêşwaziya Hevserokê HDPê Selahatîn Demîrtaş û şanda pê re kir. Heyeta HDPê û Rûsyayê li ser mijara Sûriyeyê axivîn.

    ​Her wiha Demîrtaş di serdana xwe ya Moskovayê de nûneriya partiye li Rûsyayê vekir.

    Rûsya: Di sala 2015an de ji sedî 47ê çekên xwe nû kirin

    Rûsya, di 5 salên pêş de dixwaze ji sedî 70ê çekên xwe nûjen bike û heta niha sedî 47ê çekên xwe nû kirin.

    Wezîrê Parastinê yê Rûsyayê Sergey Şoygu, ji bo ku em artêşa xwe bighînin asteke baş em pir xebitîn. Me ji sedî 47 arasteyên xwe nû kirin, kerhatîbûna çekên me ji sedî 4 zêde bûye û me hêza feza û hewayê bi Artêşa Rûsyayê ve zêde kir.

    Pûtîn, sersala nû ya 2016an li serokên cihanê pîroz kir

    Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn, sersal û Noela gelek serokê dewlet û hikumetan pîroz kir. Di nava van serokê dewletan de Amerîka, Almanya, Fransa, Belarûs, Japonya, Çîn, Azerbeycan, Ermenîstan û Rêberê alema xrîstiyan Papa û sersala gelek kesan pîroz kir.

    Bi heman mijarî:

    Rûsya: Ceribandina moşekên balîstîk serkeftî derbas bû
    Pûtîn: Piştî ku Gandî mir kesî ku ez pê re biaxivim nema
    Lavrov: Li Tirkiyeyê ji tevahiya dinyayê milîtan hene
    Li gorî Medvedev, axaftina Davutoglu ya ku 'em lêborînê naxwazin' fizûliye
    Konaşenkov: 'Rûsya, Tirkiye û Amerîka dikarin ji bo Sûriyeyê rûnin masê'
    Etîketan:
    Dewleta Rûsya ya Federal, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de