23:08 20 Cotmeh 2017
Zindî
    Serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn

    Pûtîn, sersala nû ya serokên cihanê pîroz kir

    © Sputnik/ Aleksey Nikolskyi
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 9201

    Kremlînê di daxuyaniya xwe de ragihand ku Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn, sersal û Noela gelek serokê dewlet û hikumetan pîroz kir.

    Vladimîr Pûtîn
    © AFP 2017/ NATALIA KOLESNIKOVA
    Moskova — Kremlînê di daxuyaniya xwe de ragihand ku Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn, sersal û Noela gelek serokê dewlet û hikumetan pîroz kir.

    Pûtîn, di peyama sersalê ya ji bo Serokê Amerîkayê Barak Obama de got, sala li paş mayî, di têkiliyên Rûsya û Amerîkayê de û ji bo bi cih anîna ewlehiya navneteweyî faktoreke girîng bû.

    Serokê Rûsyayê Pûtîn hêviyên xwe yên ji bo sala nû ji Serokomarê Fransayê François Hollande re şand û got, têkiliyên herdu welatan digel zahmetiyên heyî yên navneteweyî jî pêşve çûn. Karesatiya ku gelê Rûsya û Fransayê ji destê terorîzmê dîtiye ji hevkariyê tu şik nehiştiye.

    Ji aliye din ve Vladimîr Pûtîn peyama pîroziya sersala nû ji Serokwezîra Almanyayê Angela Merkel re jî şand û got, ji bo ewlehiya Ewropayê hevkariya navbera Rûsya û Almanyayê gelekî girîng nirxand.

    Her wiha Pûtîn, di nava serokê dewlet û hikumetên dinyayê de Serokê Çînê Şi Cinping, Serokwezîrê Îtalyayê Matteo Renzî, Serokwezîrê Brîtanya David Cameron, Serokomarê Azerbeycanê İlhan Aliyev, Serokwezîrê Japonya Şinzo Abe, Serokwezîrê Avusturya Werner Faymann, Serokê Ermenîstanê Serj Sarkisyan, Serokê Belarûsê Aleksandr Lukaşenko, Serokomarê Brezîlya Dilma Rousseff û Rêberê alema rûhanî yê katolîk Papa Francis re peyama sala nû û Noelê şand.

    Bi heman mijarî:

    Ji Pûtîn bo Tirkiyeyê dîrektîf
    Pûtîn nêrîna rojavayî nîvî nîvî guherand
    Kremlîn: Pûtîn, li bajarên qeraxê talimata avakirina baregehên dijterorê da
    Pûtîn, bûyera herî girîng ya sala 2015an eşkere kir
    TIMES: ‘Merkelê derbarê Pûtîn de îstixbarat da ajanên ingilîz’
    Etîketan:
    Serokatiya Dewleta Rûsyayê, François Hollande, Barak Obama, Angela Merkel, Vladimîr Pûtîn, Moskova, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de