14:53 12 Kanûn 2017
Zindî
    Wezareta Derve ya Rûsyayê

    Rûsyayê ji bo kurdan bang li Tirkiyayê kir!

    © AFP 2017/ / Alexander Nemenov
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 71

    Wezareta Derve ya Rûsyayê bang li Tirkiyê kir û got: Pirsgirêka kurd bi rêbazên siyasî çareser bike, operasyonên leşkerî ne çare ne.

    Moskova — Wezareta Derve ya Rûsyayê di daxuyaniyekê de ragihand, Rûsya dilgiran e ji ber zêdebûna tundiyê li parêzgehên kurdan li başûrê rojhilatê Tirkiyê, di encama operasyonên leşkerî yên hêzên Tirkiyê de.

    Wezareta Rûsyayê di berdewamiya daxuyaniya xwe de got, rêxistinên mafên mirovan behsa hejmareke mezin ji qurbaniyan ji sivîlan dikin, ku jin û zarok jî di nava wan de hene. Qedexeya derketina ji malan li hin bajaran berdewam dike. Herwiha siyasetmedar û rojnamevan û nûnerên rêxistinên mafên mirovan nikarin derbasî wan navçeyan bibin, ku operasyon tê de birêve diçin.

    Wezareta Derve ya Rûsyayê, hin navçeyên kurdan ji ber kêmiya xwarinê û pêdiviyên jiyanê dinalin û kêm maye ku karesateke mirovî li wir biqewime. Li gorî hin zanyariyan, hejmara wan kesên ku ji navçeyên xwe bar kirine, 100 hezar derbas kiriye.

    Di dawiya daxuyaniyê de Rûsya daxwaz kir ku, Hikûmeta Tirkiyê pêngavên baş û bilez bavêje bo rawestana tundiyê û pirsgirêka kurdî bi awayê siyasî çareser bike, ne bi operasyonên leşkerî. Herwiha dîsa pêvajiya çaresriyê dest pê bike.

    Bi heman mijarî:

    Rûsya: Me li tankerên DAIŞê yên ku diçûne Tirkiyeyê xist
    Rûsya: Êrişa Su-24ê îspata alîkariya Enqereyê bo DAIŞê ye
    Rûsya: Me di sala 2015an de ji sedî 47ê çekên xwe nû kirin
    Kantona Cizîrê: Em operasyonên Rûsyayê yên ser DAIŞê gelekî girîng dinirxînin
    Rûsya: Hemû uranyuma Îranê hat tahliyekirin
    Etîketan:
    Wezareta Derve ya Rûsyayê, Moskova, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de