17:47 17 Cotmeh 2017
Zindî
    Xistina balafira rûsî

    Rûsya: Êrişa Su-24ê îspata alîkariya Enqereyê bo DAIŞê ye

    © Foto: Twitter
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 2111

    Wezareta Derve ya Rûsyayê di nirxandinên sala 2015an de destnîşan kir ku êrişa Su-24ê îspata alîkariya Enqereyê bo DAIŞê ye.

    Moskova — Wezareta Derve ya Rûsyayê di daxuyaniya nirxandina sala 2015an de cih da balafira Su-24ê jî. Êrişa xayîn ya Hêza Hewayî ya Tirkiyeyê bo balafira Su-24ê îspata alîkariya Enqereyê bo DAIŞê ye.

    Wezaretê di nirxandina sala 2015an de,ji bo birîna kanalan em girîngiyeke taybet didin bazirganiya petrol û finansmana DAIŞê. Hêza Hewayî ya Tirkiyeyê li sînorê Sûriyeyê li şûna tekoşîna DAIŞê bike, bi xayintî êrişî balafira Su-24ê kir û ev jî bû îspata alîkariya Enqereyê bo DAIŞê.

    NATO ewlehiya Rûsya ya Neteweyî tehdîd dike

    İgor Konaşenkov
    © Foto: Wezareta Parastinê ya Rûsyayê
    Di berdewamiya nirxandinê de, NATO tehdîda xwe ya ser ewlehiya neteweyî ya Rûsyayê didomîne û li Rojhilatê Ewropa û dewletên Baltik hebûna xwe ya leşkerî û li sînorê Rûsyayê zêdekirina tetbîqatan me sewkî girtina pêşgiriyan kiriye.

    Amerîka di tecrîda Rûsyayê de bê encam ma

    Di nirxandina wezaretê de hat ragihandin ku Amerîka di tecrîda Rûsyayê de bê encam ma. Rûsya, Sûriye û Ûkrayna jî di nav de ji bo ewlehiya navneteweyî û hedefên xwe hevkarî bi Washîngtonê re kir. Rûsya û Amerîka ji bo bernameya atomî ya Îranê ku lihevkirin bibe piştgiriyek girîng dan.

    Bi heman mijarî:

    Rûsya: Me di sala 2015an de ji sedî 47ê çekên xwe nû kirin
    Kantona Cizîrê: Em operasyonên Rûsyayê yên ser DAIŞê gelekî girîng dinirxînin
    Rûsya: Hemû uranyuma Îranê hat tahliyekirin
    HSDê bi alikariya Rûsyayê êrişî Reqayê kir
    Rûsya: Amerîka bi ziman tekoşîna DAIŞê dike
    Etîketan:
    Dewleta Tirkiyeyê, DAIŞ, Wezareta Derve ya Rûsyayê, Moskova, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de