02:05 22 Cotmeh 2017
Zindî
    Balafir

    HSDê bi alikariya Rûsyayê êrişî Reqayê kir

    © Ruptly. Dmitriy Vinogradov
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 71820

    Berpirsê Sererkaniya Rûsyayê General Sergey Rudskoy destnîşan kir balafirên Rûsyayê li Sûriyeyê 556 hedefên terorîstan xist. Rudskoy diyar kir ku Rûsya di operasyona Reqayê de piştgirî dayê hêzên HSDê yaYPG pêşengiya wan dike.

    Moskova - Berpirsê Sererkanê Giştî yê Rûsyayê General Sergey Rudskoy di civîna çapemenî de destnîşan kir ku balafirên şer yên rûsî di 3 rojên dawî de li Sûriyeyê 164 sortî kirin û li 556 hedefên terorîstan xistin.

    Hêzên Sûriyeyê li Reqqayê êrişî DAIŞê dikin

    General Rudskoy di dirêjiya axaftina xwe de got, hêza sûrî piştî operasyonên Rûsyayê êdî li herderê êrişî DAIŞê û grûbên terorîst dike û ji van cihan yek jê jî Reqqa ye. Her wiha hêza hikumetê dîsa bi saya van operasyonan li rojhilatê Gutayê êrişan pêk tîne.

    Rudskoy di axaftina xwe de got, Hêza Hewayî ya Rûsyayê ji bo piştgiriya Artêşa Sûriye û mixalifên welatparêz operasyonên xwe zêde kirin. Di nava 3 rojan de jetên rûsî 164 sortî kirin û li Heleb, İdlîb, Lezqîye, Hema, Hûmis, Şam, Dêra Zorê û li Reqqayê li 556 hedefên terorîstan xist.

    Rudskoy di berdewamiya axaftina xwe de got, Artêşa Sûriyeyê bi saya operasyonên Rûsyayê li gelek herêm kontrol kirin û li Helebê du giren stratejîk dîsa bi dest xist.

     

    Bi heman mijarî:

    Rûsya: Amerîka bi ziman tekoşîna DAIŞê dike
    Rûsya: Pergala Moşekên Parastinê ya S-400ê ji Sûriyayê re ewlehî anî
    Pentagon: Hetanî Rûsya piştgiriya Esad bike, em hevkariya îstîxbaratî nakin
    Rûsya û Amerîka li ser lîsteya terorîstan li hev kir
    TAYBET - PYD: Rûsya heyfa temamê Ewropa ji DAIŞê distîne
    Etîketan:
    Sererkanê Giştî yê Rûsyayê, Sergey Rudskoy, Idlîb, Reqqa, Sûriye, Heleb
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de