07:55 21 Cotmeh 2017
Zindî
    İgor Konaşenkov

    Rûsya: Amerîka bi ziman tekoşîna DAIŞê dike

    © Foto: Wezareta Parastinê ya Rûsyayê
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 2201

    Berdevkê Wezareta Parastinê yê Rûsyayê İgor Konaşenkov destnîşan kir ku Amerîka tenê bi zaman tekoşîna dijî DAIŞê dike.

    Vladimîr Pûtîn
    © AFP 2017/ NATALIA KOLESNIKOVA
    Navenda Nûçeyan — Berdevkê Wezareta Parastinê yê Rûsyayê İgor Konaşenkov destnîşan kir ku Amerîka tenê bi zaman tekoşîna dijî DAIŞê dike û heta niha zanînên îstîxbaratî yên dualî bi me re par ve nekirine.

    Her wiha Berdevkê Pentagonê Michelle Baldanza roja înê ji ajansa Spûtnîkê re ragihandibû k udi tekoşîna dijî DAIŞê de tu planeke me ku em bi Rûsyayê re bixebitin tuneye.

    Konaşenkov di axaftina xwe de got, ev teza dualî dîsa tekoşîna Pentagonê ya bi DAIŞê re derxist holê ku tenê bi ziman dikin. Me doneyên guzergahên tankerên petrole yên DAIŞê bi hevkarê xwe yê Amerîkayê re par vekir û me got divê pêşî çavkaniyên aborî yên DAIŞê werin birîn û me ev daxwaz li hemberî hemû raya giştî kiribû.

    Ji aliye din ve Berpirsê Sererkanê Giştî yê Rûsyayê General Sergey Rudskoy ragihandibû ku îstîxbarata Rûsyayê 12 hezar tankerên petrolê li sînorê Tirkiye û Iraqê li nêzî Zaxo tespit kiribû.

    Bi heman mijarî:

    Ji Rûsyayê hişyarî: ‘Welatê me ji Ewropayê ewletir e’
    Rûsya: Pergala Moşekên Parastinê ya S-400ê ji Sûriyayê re ewlehî anî
    Pentagon: Hetanî Rûsya piştgiriya Esad bike, em hevkariya îstîxbaratî nakin
    Rûsya û Amerîka li ser lîsteya terorîstan li hev kir
    TAYBET - PYD: Rûsya heyfa temamê Ewropa ji DAIŞê distîne
    Etîketan:
    Sererkanê Giştî yê Rûsyayê, Wezareta Parastinê yê Rûsyayê, İgor Konaşenkov, Sergey Rudskoy, Michelle Baldanza, Moskova, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de