09:05 18 Cotmeh 2017
Zindî
    Pergala Moşekên Parastinê ya S-400ê

    Rûsya: Pergala Moşekên Parastinê ya S-400ê ji Sûriyayê re ewlehî anî

    © Sputnik/ Dmitry Vinogradov
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 2811

    Vîktor Bondarev ji kanala televîzyonî ya Rossiya 24ê re axivî û diyar kir ku Pergala Moşekên Parastinê ya S-400ê li ser sînorê Sûriyayê hatiye bicihkirin.

    Serdegirtin, binçavkirin
    © Foto: AA / Ahmet Dumanlı
    Moskova — Fermandarê Hêzên Hewayî yên Rûsyayê Vîktor Bondarev diyar kir ku pergala moşekan qada hewayî ya Sûriyayê bi rêk û pêk kiriye.

    Bondarev eşkere kir ku di operasyonên hewayî de welatiyên sivîl hedef negirtine û got: ‘Niha pergala parastinê ya moşekan hatiye sazkirin. Bi awayekî lezgîn sewqiyata S-400an berdewam e.

    Derbarê operasyonên hewayî yên Rûsyayê de jî Bondarev wiha got: ‘Pîlotên me bi awayekî hesas tenê li hedefên terorîstan dixin. Cih û warên qedexe, hesas û pîroz hedef nagirin û kesên sivîl diparêzin.

    Fermandarê rûsî derbarê serkeftina operasyonan de jî wiha got: ‘Ev operasyon ji mêj ve hûr û kûr hatine amadekirin. Ji bo meşandina van operayonan personel hatine perwerdekirin û bi vî awayî serkeftin bi dest ketiye. Ji aliyekî din ve dezgehên me yên îstixbaratî bi rêveberiya Serokomarê Sûriyayê Beşar Esad re pêwendiyên hevkariyê danîn. Hedefên lêxistinê û yên parastinê ji pêş ve hatin diyarkirin û paşê operasyonê berdewam kir.

    Bi heman mijarî:

    Li Stenbolê 5 ciwan hatin binçavkirin
    Li Paragûay, Arjantîn, Brezîlya û Ûrûgayê lehî: 4 mirî 170 hezar bêwar
    Li dijî 2 wesayîtên zirxî êriş: Gelek polês û leşker hatin kuştin
    Serokwezîrê Kurdistanê bi Serokomarê Tirkiyayê re civiya
    Etîketan:
    hedefên terorîstan, parastina sivîlan, hedefên lêxistinê û yên parastinê, sewqiyat, pergala parastinê ya moşekan, Pergala Moşekên Parastinê ya S-400ê, operasyona hewayî, operasyon, Fermandariya Hêzên Hewayî ya Rûsyayê, Vîktor Bondarev, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de