00:49 21 Cotmeh 2017
Zindî
    Îrîna Yarovaya

    Tirkiye bi piştgiriya êrişkerên ûkraynî, xayîntiya xwe bi hêz dike

    © Sputnik/
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 9031

    Seroka Komiteya Bêrêtî û Ewlehî ya Dûmaya Dewleta Rûsyayê Îrîna Yarovaya diyar kir ku heke Tirkiye pişta êrişkerên ûkraynî bigre xayîntiya xwe bi hêz dike.

    Navenda Nûçeyan - Seroka Komiteya Bêrêtî û Ewlehî ya Dûmaya Dewleta Rûsyayê Îrîna Yarovaya diyar kir ku heke Tirkiye pişta êrişkerên ûkraynî bigre xayîntiya xwe bi hêz dike.

    Xwediyê televîzyona ATR ya tatarî Lenur Îslamov ji çapemeniya Ûkraynayê re ragihandibû ku Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê piştgiriya leşkeri dide hêza xwebexşên Noman Çelebicihan ya li Ûkraynayê.

    Yarovaya gotinên Îslamov nirxandin û got, heke Tirkiye bi rêya Wezareta Parastina xwe piştgiriya wan êrişkerên ûkraynî bike wê îmaja wan xera bibe û dê xayîntiya wan bi hêztir bibe.

    Sîvastopol, Tirkiye careke din em ji pişt ve xencer kirin

    Ji aliyê din ve Waliyê Sîvastopolê Sergey Menyaylo diyar kir ku Tirkiye bi piştgiriya êrişkerên Ûkraynayê em dîsa ji pişte ve xencer kirin. Ev ne helwesteke rast e. Rûsya careke din ji pişta xwe derbe xwar. Tirkiye wekî xistina balafira Su-24ê dîsa rûwê xwe yê rast nîşan da.

     

     

    Bi heman mijarî:

    Rûsya û Amerîka li ser lîsteya terorîstan li hev kir
    TAYBET - PYD: Rûsya heyfa temamê Ewropa ji DAIŞê distîne
    Rûsya: Me li sînorê Iraq û Tirkiyeyê 12 hezar tankêrên petrolê tespit kirin
    Rûsya: Ceribandina moşekên balîstîk serkeftî derbas bû
    Rûsya: Em ê hemû berhemên ambargoyî yên Tirkiyeyê îmha bikin
    Etîketan:
    Hêza Xwebexşên Noman Çelebicihan, Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê, Komiteya Bêrêtî û Ewlehî ya Dûmaya Dewleta Rûsyayê, Lenur Îslamov, Îrîna Yarovaya, Ûkrayna, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de