17:54 20 Cotmeh 2017
Zindî
    Gennadiy Gatîlov

    Rûsya û Amerîka li ser lîsteya terorîstan li hev kir

    © Sputnik/ Alexander Natruskin
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 4802

    Hat ragihandin ku Rûsya û Amerîkayê li ser lîsteya grûbên terorîst yên Sûriyeyê li hev kirin.

    Navenda Nûçeyan — Hat ragihandin ku Rûsya û Amerîkayê li ser lîsteya grûbên terorîst yên Sûriyeyê li hev kirin.

    Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsyayê Gennadiy Gatîlov ji ajansa RİA Novostiyê re axivî û got, di mijara lîsteya grûbên terorîst yên li Rojhilata Navîn de Rûsya û Amerîka di heman nêrînê de ye.

    Gatîlov di berdewamiya axaftina xwe de got, niha di rojeva me de çûna çavdêrên Netêwên Yekbûyî li ser sînorê Tirkiye û Sûriyeyê tiştek tuneye.

    Gennadiy Gatîlov di dirêjiya axaftina xwe de got, ev mijar niha di rojeva me de tuneye û di pêşerojê de wê baş diyar bibe. Ya herî girîng ev e ku ka li hev kirina lîsteya grûbên terorîst e, ji bo ku hikumeta Sûriyeyê bi beşeke siyasî ya mixalifan re bikaribe pêvajoya diyalogê diyar bike.

    Bi heman mijarî:

    Rûsya: Me li sînorê Iraq û Tirkiyeyê 12 hezar tankêrên petrolê tespit kirin
    Rûsya: Ceribandina moşekên balîstîk serkeftî derbas bû
    Rûsya: Erdogan wê kengî îstîfa bike em dixwazin hîn bibin
    Rûsya: Li Sûriyeyê me li hezar û 93 hedefên terorîstan xist
    Rûsya: Di tekoşîna dijî DAIŞê de berjewendiyên me û Talîbanê yek in
    Etîketan:
    Wezareta Derva ya Rûsyayê, Gennadiy Gatîlov, Moskova, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de