21:50 23 Cotmeh 2017
Zindî
    Xalid El Atiye û Sergey Lavrov

    Lavrov: Li Tirkiyeyê ji tevahiya dinyayê milîtan hene

    © Sputnik/
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 3711

    Wezîrê Derve ye Rûsyayê Sergey Lavrov destnîşan kir ku li Tirkiyeyê ji tevahiya dinyayê milîtan hene.

    Navenda Nûçeyan — Wezîrê Derve ye Rûsyayê Sergey Lavrov destnîşan kir ku li Tirkiyeyê Rûsya jî di nav de ji tevahiya dinyayê milîtan hene.

    Lavrov li Moskovayê piştî hevdîtina hevkarê xwe yê qeterî Xalid El Atiye di daxuyaniya çapemeniyê de ragihand li Tirkiyeyê ji çar aliye dinyayê û Rûsya jî di nav de milîtan hene. Hê jî em li ser lîsteya mixalifên Sûriyeyê li hev nekiriye. Rûsya û Qeter amade ye ku piştgiriye bide mizakereyên hevdîtinên mixalif û hikumeta Sûriyeyê.

    Lavrov di berdewamiya axaftina xwe de got, gelek hevalbendên me ku digotin Serokê Dewleta Sûriyeyê Beşar Esad ne meşru ye, niha ew jî dixwazin di nava herdu aliyan de diyalog were dest pê kirin. Ev guherandineke erênî ye û em piştgiriya vê helwestê dikin.

    Bi heman mijarî:

    Rûsya: Dibe Lavrov û Demîrtaş hevdîtinê bikin
    Lavrov, ji bo civîna Sûriyeyê sibê diçe Amerîkayê
    Kerry: Ez ê bi Pûtîn û Lavrov re hevdîtinekê bikim
    Lavrov: Ji Amerîkayê bipirsin ji bo tekoşîna terorê amade ye an na?
    Hevdîtina Demîrtaş û Lavrov bi dawî bû
    Etîketan:
    Wezareta Derve ya Qeterê, Wezareta Derva ya Rûsyayê, Sergey Lavrov, Xalid El Atiye, Moskova, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de