14:06 26 Îlon 2017
Zindî
    Balafir

    Rûsya: Li Sûriyeyê me li hezar û 93 hedefên terorîstan xist

    © REUTERS/ Wezareta Parastinê ya Rûsyayê
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 1111

    Balafirên şer yên Rûsyayê di 6 rojên dawî de li Sûriyeyê 302 sortî kirin û li hezar û 93 hedefên terorîstan xist.

    Navenda Nûçeyan — Balafirên şer yên Rûsyayê di 6 rojên dawî de li Sûriyeyê 302 sortî kirin û li hezar û 93 hedefên terorîstan xist.

    Berdevkê Wezareta parastinê yê Rûsyayê İgor Konaşenkov di civîna çapemenî de ragihand ku balafirên şer yên Rûsyayê di 6 rojên dawî de li Sûriyeyê 302 sortî kirin û li Heleb, İdlîb, Dêra Zorê, Hema û li Himûsê hezar û 93 hedefên terorîstan rûxandin û di kampa İdlîbê de milîtanên ku ji hêla Tirkiye û Civaka Dewletên Serbixwe ve dihatin perwerdekirin jî hebûn.

    Me kordînatên kampê ji mixalifên welatparêz stand

    Konaşenkov di berdewamiya axaftina xwe de got, me kordînatên kampê ji gruba mixalif ya welatparêz stand in. Li Dêra Zorê jî du depo û bi 10an pompeyên petrolê hatin îmhakirin.

    Navenda baregeha Ehrar-uş Şamê hat rûxandin

    Konaşenkov di dirêjiya axaftina xwe de got, di operasyonên 18 û 23ê Berfenbarê de li Helebê navenda baregeha Ehrar-uş Şamê di êrişa hewayî de bi tevahî hat rûxandin û li Himûsê jî di êrişa konvoya leşkeri ya DAIŞê de gelek wesayît hatin îmhakirin.

     

     

    Bi heman mijarî:

    Rûsya: Di tekoşîna dijî DAIŞê de berjewendiyên me û Talîbanê yek in
    Ji Rûsyayê bo Îranê 5 milyar dolar kredî
    Rûsya: Efyona Afganîstanê li Tirkiyeyê tê amadekirin û li Ewropayê tê firotin
    Rûsya: Zelalkirina qeydiya qutiya balafira Su-24ê wê dem bistîne
    Rûsya: Dibe Lavrov û Demîrtaş hevdîtinê bikin
    Etîketan:
    Wezareta Parastinê yê Rûsyayê, İgor Konaşenkov, Hema, Himûs, Sûriye, Heleb
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de