05:42 23 Cotmeh 2017
Zindî
    Qutiya reş a balafira rûsî

    Balafira rûsî di deqîqeya 40î de hatiye xistin

    © Sputnik/ Anton Denisov
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 2401

    Wezareta Parastinê ya Rûsyayê, ji bo xistina balafira rûsî ya 24ê Mijdarê civîneke çapemenî li dar xist.

    Moskova — Wezareta Parastinê ya Rûsyayê, ji bo balafira Su-24 a rûsî ya ku 24ê Mijdarê li sînorê Sûriyeyê hat xistin civîneke çapemeniyê li dar xist.

    Cîgirê Fermandarê Hêza Hewayî yê Rûsyayê Sergey Dronov di civîna çapemenî de ragihand balafira rûsî qada hewayî ya Tirkiyeyê îxlal nekiriye û di destên me de delîl hene. Doneyên rewşa hewayê ku dema êrişî balafirê hat kirin heta niha Tirkiye jî di nav de ji aliye tu kesî ve nehatiye derewandin.

    Qutiya reş wê here laboratuwara taybet

    Ji aliyê din ve qutiya reş a balafirê li pêşberî rojnamevanan hat vekirin. Pisporên amerîkî, brîtanî, çînî û hindistanî jî civîna çapemeniyê şopandin.

    Berpirsê Hêza Hewayî Sergey Baynetov diyar kir ku em ê qutiya rêş bişînin laboratuwareke taybet û lêkolînên wê sibê werin dest pêkirin. Li gorî doneyên ku werin bi dest xistin em ê 21ê Berfenbarê daxuyaniyê bidin raya giştî.

    Ji bo lêkolînê 14 welat hatin vexwendin

    Her wiha ji bo lekolîna qutiya reş ji 14 welatan pispor hatin vexwendin lê tenê Çîn û Brîtanya bersiva erênî da.

    ​Cîgirê Fermandarê Hêza Hewayî yê Rûsyayê Sergey Dronov qutiya reş şanî rojnamevan da û got, ev qutî firîna 20 saetan li cem xwe qeyd dike û li gorî doneyan balafira rûsî di deqîqeya 40î de hat xistin.

    Bi heman mijarî:

    Rûsya: Dibe em heta Firadê jî herin
    Berdevkê Wezareta Parastinê yê Rûsyayê vê carê jî li Sûriyeyê axivî
    Rûsya: Divê hêzên kurd ji pêvajoya gotûbêjan neyên dûrxistin
    Hêzên Rûsyayê 1200 tankerên petrolê yê DAIŞê îmha kirin
    Civîna Pûtîn û Kerry dest pê kir: Rûsya û Amerîka dikarin li Sûriyayê karekî nûwaze bikin
    Etîketan:
    Hêza Hewayî ya Rûsyayê, Sergey Baynetov, Sergey Dronov, Moskova, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de