01:29 20 Tebax 2017
Zindî
    Vladimîr Pûtîn

    Pûtîn: 'Em Tirkiyeyê wekî dijmin nabînin'

    © Sputnik/ Григорий Сысоев
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 63101

    Axaftina çapemeniyê ya Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn ya salane dest pê kir. Axaftin di kanalên Rossia 1, Rossia 24 û ORTê de wê zindî were weşandin.

    Moskova — Axaftina çapemeniya aa Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn ya salane dest pê kir. Axaftin di kanalên Rossia 1, Rossia 24 û ORTê de wê zindî were weşandin.

    Berdevkê Kremlînê Dmitriy Peskov diyar kir ku ez nizanim bê rojnamevan dê çi pirsan bikin lê tiştê zanin rojnamevan bi pirsên xwe nikarin Pûtîn şaş bikin.
    rekora civînên dawiya salê bi 4 saet û 40 deqiqeyî û bi 106 pirsî aîdî Pûtîn de. Pûtîn sala par jî bi piranî pirsên têkiliyên dewletên rojava î aboriya welat re têkildar 53 pirs di 3 saet û 10 deqiqeyan de bersivandi bû.

    14.31 Civîn 3 saet û 8 deqîqe dom kir.

    Civîna çapemenî a Pûtîn ya salane 3 saet û 8 deqîqe dom kir. Serokê Rûsyayê di vê mawê de bersiva 32 rojnamevanan da.

    14:28 Donal Trump jêhatî û bixwebawer e.

    Di pêşbaziya serokatiya Amerîkayê de berendamekî girîng e. Camêrî got ku dixwaze pêwendiyên Amerîka û Rûsyayê bigihêjîne asteke baş û xurttir bike. Em bi vê yekê kêfxweş in.

    4:14 Em ê Sivastopolê bi pêş bixin

    Em ê baregeha Fîloya Deryayê ya Sivastopolê bi peş bixin. Dewleta Rûsyayê hemû fîloyên xwe yên girîng û stratejîk dê bi pêş bixe.

    14.10 Min kuştina Nemtsov bi Kadîrov re xebernedaye

    Divê kuştina Borîs Nemtsov (siyasetmedar û mixalifê rûsî) were lêkolînkirin û sûdar bên cezakirin. Qedandina lêpirsînê ji bo me ji her tiştî girîngtir e. Tu kes nikare ser vê kuştinê bigre. Min kuştina Borîs Netsov bi Serokomarê Çeçenîstanê re xebernedaye û niyet amin xeberdanê jî tuneye.

    ​14.02 Qedexekirina perwazên ber bi Misirê ne biryareke siyasî ye

    Ev biryar nayê wê wateye baweriya me bi rêvebiriya Misirê tuneye. Ev ne biryareke siyasî bû. Bi vê biryarê me xwest ku ewlehiya welatiyên xwe pêk bînin.

    14.00 Em Tirkiyeyê wekî dijmin nabînin
    Tirkiyeyê bi xistina balafira me çalakiyekî dijminantî kir lê em Tirkiyeyê wekî dijmin nabînin.

    13.59 bi Siûdî re nêrînên me cuda ne
    Bi Erebîstana Siûdî re di mijara nêrînan de em cuda difirin. Lê din ava herdu welatan de unsurên hevpar hene. Em bi Erebîstana Siûdî re di qada leşkeri projeyên me bi milyar dolar hene û niha em li ser van difikirin.

     13.54 Li gorî min Tifaqa Îslamî ya li dijî Terorê ne dijbera Rûsyayê ye

    Li gorî min Tifaqa Îslamî ya li dijî Terorê ne dijbera Rûsyayê ye. Herçiqas Tirkiya endamekî vê Tifaqê be jî, li gorî min dê polîtîkayeke dijberî Rûsyayê nemeşîne. Divê em xebatên li dijî terorê bigihînin hev û xurt bikin. Hêvîdar im ku bi vê Tifaqê re li ser bingehên hevpar û bi amûrên hevpar bi pêş bixînin.

    13: 50: Min pirsa xweya yekem ji Pûtîn pîrsî belê, di kelecanê de bûm

    13.43 Divê hikumet mirîşka ku hêka zêrîn dike ser jê neke

    Dema hikumet di beşa pişesaziya petrolê de bacê zêde bike, gerek mirîşka ku hêka zêrîn dike ser jê neke.

    Ev rêjeyên ku werin pêkandin divê ne mayînde bin. Di vê mijarê de biryarên herêmî dikarin werin girtin. Hetanî 2 salan ji şirketên taybet yên ku di pişesaziya petrolê de dixebitin gengaz e ku bace neye standin.

    13.42 Brûksel bibe garantor projeya Herka Tirk dê bi cih bê

    Pêşeroja Herka Tirk ne diyar e. Divê Komîsyona Ewropayê di vê mijarê de bi nivîskî garantiyê bide.
    Heke Brûksel bibe garantor proje dê pêk were.

    Vladimîr Pûtîn
    © Sputnik/ Alexandr Kryazhev
    Vladimîr Pûtîn

    Bulgaristanê Herka Başûrî nexwest
    Ji bo piştgiriya Bûlgaristanê me Herka Başûrî pêk anîbû, lêbelê wan bi xwe ev nexwest.

    13.39 Me 3,5 milyar dolar ranezandiye projeya Akkuyuyê

    Li hemberî pirsa ku ji bo pirsgirêka projeya Santrala Atomî ya Akkuyuyê ku li Tirkiyeyê çêdibe dê bê dewam kirin an na bersivand û got, divê ev pirsgirêk di navbera şirketan de were çareser kirin. Me 3,5 milyar dolar ranezandiye projeya Akkuyuyê.

    13.38 Dewletên rojavayî dixwazin ‘Hirçê Rûsî’ bi zincîran girêdin û bikujin
    Mueyideyên li ser Rûsyayê berdêla wê yekê ye ne Rûsya welatekî serbixwe ye. Nijadên rojavayî dixwazin ku ‘Hirçê Rûsî’ bi zincîran girêdin, diranên wî bikêşin, bikujin û paşê eyarê tijî pûş û pelaş bikin.

    13.35 Di nava 2 saetan de bersiv da 19 rojnamevanan
    Pûtîn di nava 2 saetan de bersiv pirsên 19 rojnamevanan. Ji wan 9 pirs derbarê mijarên navneteweyî de bûn: Tirkiya, Sûriya, Ukrayna, Gurcistan, DYA, FIFA. 6 rojnamevanan derbarê aboriyê de pirs rapêşandin.

    Serokê Federasyona Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn
    © Foto: © AFP 2015/ NATALIA KOLESNIKOVA
    Serokê Federasyona Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn

    13.23 Ez bi keçên xwe serbilindim

    Keçên min ne bi siyasete ne jî bi bazirganiyê re eleqedar nabin. Herdu keçên min jî li Rûsyayê dijîn. Wekî însanên ji rêzê jiyana xwe didomînin û vê jî gelekî bir rûmetî dikin. Sê zimanan gelekî xweş dipeyîvin û xebatên zimanî dikin. Ez bi keçên xwe gelekî serbilind im.

     

    13.10  ‘Tû ji bo mêrên me mînakekî’

    Rojnamevaneke jin ji bajarê Kurganê berî ku ji Pûtin pirsa xwe bike, pesnê Pûtîn da û got, ‘tu gelekî qeşengî, ez wekî jinekê min te gelekî baş dît û tu hê jî li ser xwe ye, tu ji bo mêrên me mînakekî’.

    13.00 Em dixwazin bi serokê Amerîkayê yê nû re hevkariyê bikin

    Ji bo mijarên hevpar em dixwazin bi serokê Amerîkayê yê nû re jî têkiliyan xweş bikin. Lewma me xwe tucarî girtî nehişt.

    12.27 Heta ku Artêşa Sûriyayê operasyonan li dar bixe em li wir in

    Heta ku Artêşa Sûriyayê operasyonên xwe yên bejahiyê berdewam bikin em ê jî operasyonên xwe yên hewayî bidomînin. Dema ku operasyon biqedin em dikarin di nava 2 rojan de hemû hêzên xwe vekişînin.

    Vladimîr Pûtîn
    © AFP 2017/ NATALIA KOLESNIKOVA
    Vladimîr Pûtîn

    12.21 Li Sûriyeyê ne me şer da dest pêkirin

    Li Sûriyeyê ne me şer da dest pêkirin, tenê em li wir hinek operasyonan çêdikin û ev operasyona bandorê li bûdceya me jî dike. Hinek pereyên ku me ji bo perwerde û tetbîqatan veqetandibû niha em li Sûriyeyê serf dikin.

    12:17 DAIŞ mijareke asta duyem e
    Li gorî min DAIŞ mijareke di asta duyem de ye. Berê jî ketin Iraqê û ew welat wêrane kirin. Paşê babetên têkildarî bazirganiya petrolê derketin holê. Li Iraqê bingehê pîşesaziya bazirganiya petrolê ya mişextî hate avakirin. Ji bo parastina vê pergala mişextkariyê û bazirganiya nerewa muhtacî hêzeke leşkerî bûn. Faktora îslamî bi kar anîn û bi sloganan kesên hazirî mirinê bi kar anîn. Lewre gazî DAIŞê kirin ku were Iraqê.

    12.09 Tenê li cihekî 11 hezar tankerên petrole yên DAIŞê hene. Ev gabûs e.

    Me li Sûriyeyê êrişa hewayî li hemberî tankerên petrole yên DAIŞê ku dikişandin kir. Vêga jî em dibînin nîvê şeve bi 5 — 15 tankêran petrole dikşînin. Rêya qaçaxiya petrole ber bi Iraqê ve çêbû. Ev rê li ser Iraq û Kurdistanê ve diçe. Wezareta Parastina Rûsyayê li Kurdistana Iraqê tenê li cihekî 11 hezar tankêrên petrolê yên DAIŞê kifş kir û dixwazim wêneyên wan şanî we bidim, ev gabûs e.

    Dmitriy Peskov
    © Sputnik/ Сергей Гунеев
    Dmitriy Peskov

    12.06 Bêyî ku ez bibetlim ez dibêjim Ûkrayna birayê me ye.

    Ûkrayna ji bo me welatekî bira ye û ez ji gotina vê nawestim.

    12.05 Axaftina Pûtîn ya baregeha Sûriyeyê çebik standin

    Li Sûriyeyê çima em baregeheke demkî ava bikin kî? Lê heke hinek bêjin Rûsya dixwaze baregehê bi dest bixe, em ê vê jî bi dest bixin.

    (Li salonê dengê çebikan bilind bî) Ez nizanim gelo li Sûriyeyê pêwistiya me bi baregehekê heye an na. Lewra hêz û çekên me yên ku em ji hezar kîlometreyî bikaribin li hedefan bidin hene.

    Rojnamevanên şopîner
    © Sputnik/
    Rojnamevanên şopîner

    11.55 Me ramana Serokomarê Fransayê François Hollande a derbarê lihevanîna muxalif û Artêşa Sûriyayê heta radeyekê kire pratîkê.

    11.54 Em ji bo Sûriyayê li ser du xalan bi Amerîkayê re hemfikir
    Planeke çareseriyê ya krîza Sûriyayê heye û mijarên krîtîk ên plana me bi ramanên Amerîkayê re hemaheng in. Mijarên me yên hevpar ev in: Xebateke hevpar li ser zagona bingehîn û lidarxistina hilbijartinan.

    11:52 — Derbarê Sûriyê de feraseta me negûheriye

    Me derbarê Sûriyê de feraseta xwe neguherandiye. Hêzên derve nikarin rêveberiya Sûriyê diyar bikin. Rûsya hewl dide ku li Sûriyê çareseriya ku ji hemû aliyan re pêk were avabike. Li Sûriyê çareseriya siyasî mimkûn e. Pêkhatina vê ku zû be wê hêj baştir be.

    11.46 Tirkiye bi politikaya xwe ya îslamî bandorê li Rûsyayê jî dike

    Gelekî zor xuyaye ku em karibin bi rêvebiriya niha ya Tirkiyeyê ve li hev bikin. Ji bo başbûna têkiliyan ez hêviyekê nabînim.

    Ji Tirkiyeyê ji bo başbûna têkiliyan gaveke erênî nehat. Polîtîkaya îslamî ya Tirkiyeyê bandorê li me jî dike. Li wir milîtanên ku bilkaribin werin welatê me jî hene.

    11.45 Dibe ku Ataturk niha di merzelê xwe de çep zivirîbe

    Ji ber ku rêveberiya tirk dest bi îslamîkirina rêveberiyê bûye dibe ku Ataturk di merzelê xwe de çep zivirîbe.

    11.45 Ez nizanim gelo di vê arîşeya bi Tirkiyayê re de bandora kesê sêyemîn heye an na
    Ez nizanim gelo di vê arîşeya bi Tirkiyayê re de bandora kesê sêyemîn heye an na. Dibe ku di nava rêveberiya Tirkiyayê de hinek hene ku anoşî û şelafiyan ji Amerîkayê re dikin. Dibe ku van kesan xwestine ku tirkan wekî ‘îslamgirên wan’ bidin nîşandan.

    Jinen rûsiyayî
    © Sputnik/
    Jinen rûsiyayî

    11.42 Bila Tirkiye kerem bike niha qada hewayî ya Sûriyeyê îxlal bike

    Vladimîr Pûtîn
    © REUTERS/ Maxim Zmeyev
    Vladimîr Pûtîn

    Gelo piştî ku Tirkiyeyê balafira me xist difikirî ku em ji Sûriyeyê vekişin. Rûsyay ne welatêkî wiha ye. Me hebûna xwe li Sûriyeyê bi hêztir kir. Êdî li Sûriyeyê sîstema parastinê S-400î jî heye. Tirkiye berî tim qada hewayî ya Sûriyeyê îxlal dikir, heke bixwaze bila kerem bike vêga were.

    11.41 Ji bo tirkmenan min tiştek nebihîst

    Şagirtên rûsyayî
    © Sputnik/
    Şagirtên rûsyayî

    Me hevkariya bi Tirkiyeyê red nekir. Ez çûme zîrweya G-20 ya Antalyayê û min li wir bi gelek rayedarên Tirkiyeyê hevdîtin kirin. Gelek tiştên ku ne li gorî hiqûqa navneteweyî bûn anîn pêşiya me. Ji bo tirkmenan min tiştek nebihîst. Dikari bûn êrişa ser tirkmenan jî bipirsin. Me jî got ‘temam em fêhm dikim û em amade ne ji bo we bibin alîkar’.

    11.35 Em vê gava Tirkiyeyê bi dijminatî dibînin

    Rêvebiriya Tirkiyeyê bi xistina balafirê, ne gaveke dostanî em wekî gaveke dijminahî dibînin.

    11.30 Em dixwazin rêjeya faîzê hê jî dakeve xwarê.

    Ev ji bo hereketa ekonomiye faktoreke girîng e.

    11.25 Divê hikumeta Rûsyayê li benda hamû senaryoyan be

    Serokê Federasyona Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn
    © Sputnik/ Рамиль Ситдиков
    Serokê Federasyona Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn

    Ez piştgiriya polîtikayên ekonomik yên Banka Navendî ya Rûsyayê û hikumeta Rûsyayê dikim.

    Divê hikumet li pêşberî hemû senaryoyan amade be û em ê hemû pêvajoyên hikumetê yên burokratîk kêm bikin û ekonomiyê ji bo veberhênanê amade bikin.

    Ji bo kêmkirina faîzê li şûna ku em zorê bidin divê em jê re bibin alîkar.

    11.23 Zêdebûna nifûsê ya xwezayî îşaretî kêfxweşiya gelê me dike

    Di nifûsa Rûsyayê de zêdebûneke xwezayî dibe, ev done kêfxweşiya gelê me nişan dide.

    11.21 Bi veberhênanê dewletên rojava deynên me yên derve kêm bûn.

    Vladimîr Pûtîn
    © Sputnik/ Рамиль Ситдиков
    Vladimîr Pûtîn

    Deynê me yên derve ji sedî 13 kêm bûn. Kêmbûna deynê Rûsyayê yên derve bi veberhênên dewletên rojava çêbû û ev jî ji bo Rûsyayê pêşveçûnên erênî ne.

    Hikumeta me hemû berpirsyariyên xwe yên qada civakî de bi cih anîn.

    Di reqeman Îxracat zêde dibe.

    11.19 Hecma bazirganiya baregeha keştiya zêde bû, hejmara serdanên balafirxaneyan zêde bû. Em berpirsyariya polîtîka xwe ya finansmana dewletê dimeşînin. Li gorî texmînên me, ji bo bûdceya 2015an em li bendê ne k udi nava ji sedî 2.8 û 2.9an derkeve.

    11.16 Weberdêr û sermeyedarên ku rastiya ekonomiya me fêhm kirin, bêtir eleqe nîşanî ekonomiya Rûsyayê da.

    11.15 Em li hemberî saziyên kredî yên navneteweyî hemû berpirsyariyên xwe bi cih tînin.

    11.14 Ekonomiya Rûsyayê di çaryeka 2015an de îşaretên başbûnê nişan dide. Derketina sermiyan ji welat kêm bû.

    11.12 Rûsya dewra krîza ekonomik ya herî xirab li paş hişt

    ​Li gorî îstatîstîkan Rûsya dewra krîza ekonomik ya herî xirab li pişt xwe hiştiye dide nîşandan

    11.11 Buhayê petrole ji 100î daket 50 dolarî û niha 38 dolare

    Min di daxuyaniya par de jî gotibû ekonomi bi pêkhatên derve ve girêdayî ye, me hisabê xwe li gorî buhayê 100 dolarî kiribû û me hemû plan û projeyên li gorî wê çêkiribûn. Lê di dawîya salê de me hemû planên xwe guherandin ji bo ku buhayê petrole ji 100î daket 50 dolarî û niha jî 38 dolar e.

    11.08 Pûtîn hat konferansa salonê

    Bi heman mijarî:

    Civîna Pûtîn û Kerry dest pê kir: Rûsya û Amerîka dikarin li Sûriyayê karekî nûwaze bikin
    Pûtîn siyasetmedarê salê hat hilbijartin
    Lukaşenko: Bi Pûtîn re tu mijareke ku me li hev nekir nema
    Pûtîn: Divê çavkaniyên terorê were qutkirin
    Ji bo civîna salane ya Pûtîn îsal serlêdaneke rekorî pêk hat
    Etîketan:
    Serokatiya Dewleta Sûriyeyê, Vladimîr Pûtîn, Moskova, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de