14:50 18 Mijdar 2017
Zindî
    Vladimîr Pûtîn

    Pûtîn siyasetmedarê salê hat hilbijartin

    © Sputnik/ Aleksey Drujinin
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 23311

    Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn li Rûsyayê wekî siyasetmedarê salê hat hilbijartin.

    venda Nûçeyan - Li gorî anketa Weqfa Lêkolîn â Raya Giştî ya Rûsyayê (FOM) wekî siyasetmedarê salê Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn hat hilbijartin.

    FOMê, di 6ê Berfenbarê de li 104 jiyangehê bi 1500 kesî re anketek çêkir û li gorî anketê ji sedî 64ê rûsan Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn wekî siyasetmedarê salê hilbijartin.

    Piştgiriya Pûtîn gihîşt jî sedî 90î

    Her wiha di lîsteya FOMê de Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov ji sedî 9, Wezîrê Parastinê yê Rûsyayê Sergey Şoygu ji sedî 4 û Serokwezîr Dmitriy Medvedev jî sedî 2 deng stand.

    Ji aliye din ve li gorî anketa Navenda Lêkolînên Raya Giştî ya Rûsyayê (VTSİOM) ku mehên borî kiribû, piştgiriya gelê Rûsyayê ya ji bo Pûtîn gihîştiye derdora sedî 90î.

    Bi heman mijarî:

    Civîna Pûtîn û Kerry dest pê kir: Rûsya û Amerîka dikarin li Sûriyayê karekî nûwaze bikin
    Lukaşenko: Bi Pûtîn re tu mijareke ku me li hev nekir nema
    Pûtîn: Divê çavkaniyên terorê were qutkirin
    Ji bo civîna salane ya Pûtîn îsal serlêdaneke rekorî pêk hat
    Kremlîn: Hevdîtina Erdogan û Pûtîn hat betalkirin
    Etîketan:
    Navenda Lêkolînên Raya Giştî ya Rûsyayê (VTSİOM), Weqfa Lêkolîn â Raya Giştî ya Rûsyayê (FOM), Sergey Lavrov, Sergey Şoygu, Dmitriy Medvedev, Vladimîr Pûtîn, Moskova, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de