15:33 19 Hezîran 2018
Aleksandr Lukaşevîç

Rûsya:’ Em ê dersînorkirina rojnamegerên rûs bibin SEHEyê’

© Sputnik / Kirill Kallinikov
Rûsya
Lînkê kurt
0 01

Nûnerê Dayîmî yê Rûsyayê yê li SEHEyê ji ajansa TASSê re axivî û derbarê rojnamegerên rûs ên dersînorkirî de got ku ew dê mijarê derxin asta navneteweyî.

Moskova — Nûnerê Dayîmî yê Rûsyayê yê li Saziya Ewlehî û Hevkariyê ya Ewropayê (SEHE) Aleksandr Lukaşevîç bertek nîşanî dersînorkirina rojnamegerên rûs da û got: ‘Em li benda SEHEyê ne ku bertekeke tund nîşanî Tirkiyayê bide.’

Balafira rûsî
© Foto : Russian Defense Ministry
Lukaşevîç diyar kir ku berî niha li Polonya û Lîtvanyayê jî li hemberî endamên medyaya Rûsyayê hinek dijwarî hatine derxistin û got: Em ê pirsgirêkên endamên medyaya Rûsyayê li Konseya Dayîmî bînin rojevê û hewl bidin ku SEHE di vê bareyê de biryarên resen û tund bide.’

Hêjayî gotinê ye ku duh Wezareta Karên Derve yên Rûsyayê ragihandibû ku 7ê Berfanbarê endamên televîzyona Rossiya 1ê li Hatayê dîmen kişandine û di vegera xwe ya li Dîlokê de hatine binçavkirin. Rojnameger li polêsxaneyê rastî lêpirsînê hatine û bi hinceta ku qanûnên rojnamegeriya biyaniyan a Tirkiyayê binpê kirine bi dersînorkirinê re rû bi rû mane.

Bi heman mijarî:

Nûçegîhanê DÎHAyê bi bombeya gazê birîndar bû
Meclisa Sûriyeya Demokratîk wê ji 42 kesan pêk were
Hejmara kuştiyên Artêşa Îranê: 500 leşker û 40 serbaz
Hevdîtina Barzanî û Erdogan bi dawî bû
Nûnerên gelek netewe û baweriyan bi rengên xwe beşdarî kongreyê bûn
MHP: ‘Armanca Barzanî Kurdistana mezin e’
Etîketan:
dersînorkirina rojnamegerên rûs, Saziya Ewlehî û Hevkariyê ya Ewropayê (SEHE), Rossiya 1, Aleksandr Lukaşevîç, Rûsya
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de