17:14 21 Hezîran 2018
Valentina Matviyenko

Matviyenko: Em nikarin xayintiya Tirkiyeyê efû bikin

© Sputnik /
Rûsya
Lînkê kurt
0 01

Serokê Konseya Federasyona Rûsyayê Valentîna Matviyenko diyar kir ku em nikarin xayintiya Tirkiyeyê efû bikin.

Balafira rûsî
© Foto : Russian Defense Ministry
Moskova - Serokê Konseya Federasyona Rûsyayê Valentîna Matviyenko diyar kir ku Tirkiyeyê bi xistina balafira rûsî xeletiyek mezin kir û me hêvî dikir ku vê fêhm bike. Xayintiya Tirkiyeyê em gelekî êşandin.

Em xayintiyê ji bîr nakin

Matviyenko di berdewamiya axaftina xwe de got, Em bi Tirkiyeyê re du dewletên dost bûn lê xayintiyan wan em gelekî êşandin. Me hevî dikir ku Tirkiye xeletiya xwe fêhm bike û li gorî tevbigeriyana lê ev nekir. Em vê xayintiyê ne ji bîr dikin û ne jî efû dikin. Tedbîrên me ne li dijî gelê Tirkiyeyê ye li dijî rayedarên wê ye.

Balafir
© Sputnik / Maksim Blinov
Em tedbîrên nû nîqaş dikin

Matviyenko di dirêjiya axaftina xwe de got, ji bo tedbîrên nû niha em di nava hewldanê de ne. Ji bo ewlehiya hemwelatiyên rûsî çi pêwist be dê bê kirin û em mecbur in wan agahdar bikin. Li Tirkiyeyê metirsiyeke mezin ya terorîzmê heye. Min duhî jî gotibû niha dîsa dibêjim, ji bo girtina sînorê Sûriyeyê em amede ne piştgiriya Tirkiyeyê bikin.

Bi heman mijarî:

Rûsya: Me ji deryayê û ji hewayê li DAIŞê xist
Rûsya, Amerîka û NY ji bo pirsa Sûriyeyê dê hevdîtinekê bikin
BEHRA SPÎ - Rûsyayê li DAIŞê xist!
Rûsya: Ji bo girtina sînoran em dikarin alîkariya Tirkiyayê bikin
Rûsya: Em binçavkirina nûçegîhanên Rossiya 1ê şermezar dikin
Etîketan:
Konseya Federasyona Rûsyayê, Valentina Matviyenko, Moskova, Rûsya
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de