21:55 22 Sibat 2018
Zindî
    Balafira rûsî

    Rûsya: Me ji deryayê û ji hewayê li DAIŞê xist

    © Foto: Russian Defense Ministry
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 01

    Hat ragihandin ku balafirên şerî yên Rûsyayê di 24 saetên dawî de bi 82 sortiyan 204 hedefên terorîstan bombe kirine.

    Moskova — Hat ragihandin ku balafirên şerî yên Rûsyayê di 24 saetên dawî de li Sûriyeyê bi 82 sortiyan 204 hedefên ku di bin kontrola terorîstan de îmha kirine.

    Berdevkê Wezareta Parastinê yê Rûsyayê İgor Konaşenkov di daxuyaniya çapemenî de ragihand ku ji 82 sortiyan 32 sortî bi şev hatin kirin û li Heleb, İdlîb, Lazqiye, Hema û li Hûmisê 204 hedefên terorîstan hatin rûxandin û piştî operasyonê balafir bi emnî vegeriyan bargeha xwe ya Hmeymimê.

    Konaşenkov di berdewamiya axaftina xwe de got, di dema operasyonan de balafira nêçîrvan ya Su-30 ewlehiya balafirên Su-24M, Su-25SM û Su-34ê dikir. Balafirên rûsî ji 30ê Îonê ve li Sûriyeyê tevlî operasyonan dibin, lê piştî xistina balafira rûsî ji terefê Tirkiyeyê ve balafira nêçîrvan ewlehiya wan digre.

    Hemû hedef hatin îmha kirin

    İgor Konaşenkov di dirêjiya axaftina xwe de got, di dema operasyonan de noqava rûsî Rostov-na-donuyê jî ji Derya Spî bi moşekên krûz li hedefên DAIŞê yên Sûriyeyê dida. Hedefên DAIŞê hem ji hewayê û hem jî ji deryayê dihatin bombe kirin. Bi vî awayî moşekên qalîbre dîsa xwe îspat û hemû hedef îmha kirin.

    Bi heman mijarî:

    Rûsya, Amerîka û NY ji bo pirsa Sûriyeyê dê hevdîtinekê bikin
    BEHRA SPÎ - Rûsyayê li DAIŞê xist!
    Rûsya: Ji bo girtina sînoran em dikarin alîkariya Tirkiyayê bikin
    Rûsya: Em binçavkirina nûçegîhanên Rossiya 1ê şermezar dikin
    Rûsya: Çûna leşkerên Tirkiyeyê bo Iraqê nayê qebûl kirin
    Etîketan:
    DAIŞ, Wezareta Parastinê yê Rûsyayê, İgor Konaşenkov, Heleb, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de