14:34 19 Sibat 2018
Zindî
    Gennadiy Gatilov

    Rûsya, Amerîka û NY ji bo pirsa Sûriyeyê dê hevdîtinekê bikin

    © Sputnik/ Alexander Natruskin
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 10

    Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsyayê Gannadiy Gatîlov diyar kir ku Rûsya, Amerîka û NY ji bo rojeva Sûriyeyê dê li Cenevreyê hevdîtinê bikin.

    Moskova — Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsyayê Gannadiy Gatîlov diyar kir ku Rûsya, Amerîka û Netewên Yekbûyî ji bo rojeva Sûriyeyê di 11ê Berfanbarê de li bajarê Cenevreya Belçîkayê dê hevdîtinekê bikin.

    Gatîlov di berdewamiya axaftina xwe de got, Rûsya di civînê de ji bo pirsgirêka Sûriyeyê dê nêrîna xwe û tekoşîna li dijî terorîzmê dê têxe holê. Di civîna Cenevreyê de ez jî beşdar dibim. Pêşî em ê ji bo diyalog û xebatên nûnerê taybet ê NY li Sûriyeyê Stefan de Mistura werin cem hev. Hêvî dikim de Mistura agahiyên xwe bi me re parve bike. Ji bo diyaloga Sûriyeyê em dixwazin xebatên hevpar zêde bibin.

    Gatîlov di dirêjiya axaftina xwe de got, ya herî girîng ew e ku em li ser lîsteya terorîstan û lîsteya mixalifan li hev bikin û di civînê de em ê li ser vê mijarê jî rawestin.

    Bi heman mijarî:

    Lavrov: Tirkiye çima mutefiqên Amerîkayê kurdan bombe dike?
    Medvedev, di weşana zindî de bersiva rojnamevanan dide
    Pûtîn: Hêvî dikim li dijî DAIŞê hewceyî bi kar anîna çekên atomî namîne
    BEHRA SPÎ - Rûsyayê li DAIŞê xist!
    Etîketan:
    NY, Wezareta Derva ya Rûsyayê, Stefan de Mistura, Gannadiy Gatîlov, Moskova, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de